Rûspiyên Helebê soza parastina axa Sûriyê da

Rûspiyên êlên li Helebê gefên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û ji bo ku sînaryoya dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê dubare nebe soza parastina axa Sûriyê dan.

Rûspiyên Helebê soza parastina axa Sûriyê da
19 kanûn, 2020   13:34
HELEB

Şêx Omer El-Şamî daxuyaniya Komîteya Rûspiyên Êlan a Helebê xwend. Bi dehan rûspiyên bajêr li pêşiya navenda komîteyê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Rûspiyan di daxyaniyê de êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa rola êlan di Rojhilata Navîn de hate kirin û hate diyarkirin ku herêma Rojhilata Navîn bi mîrasa xwe ya civakî û çandî zengîn e, êl û qebîle bi hevgirtina xwe bûn bingeha avabûna gelan û neteweyan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çavbirçîbûnên dewletên mêtînger li herêma Rojhilata Navîn hene û ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin, erdnîgariya wê parçe kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Ji ber ku gelê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelên hevgirtî ye, mêtîngera nû ango dewleta Tirk a ku qebûl nake tu gelek di nav ewlehiyê de be, êrişî Sûriyê kir û axa Sûriyê dagir kir û hîna hewl dide dagir bike. Nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk dixwaze sînaroy li Eyn Îsa dûbare bike, lê çavbirçîbûnên Erdogan li ser sînorê Eyn Îsayê nasekine û dixwaze li tevahiya hundirê Sûriyê dewam bike.”

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê, dagirkirina axa Sûriyê û gefên ku dem demê li dijî Sûriyê dixwe, hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew nahêlin sînaryoya Efrîn, Bab û Serêkaniyê dîsa dubare bibe û dê axa Sûriyê biparêzin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dewleta Tirk ji axa Sûriyê derkeve û gelên herêmê wê di dawiyê de biserkevin ji ber ku ew tenê dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin û ew ê nehêlin ku tu dewleteke dagirkir li welêt bimîne.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zQDYvSiQDnU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>