Ciwanên Minbicê ji Eyn Îsayê: Em li pişta QSD`ê ne

Şandeyek ciwanên Minbicê beşdarî konvedana li navçeya Eyn Îse bûn û ragihand in ku ew li pişta QSD`ê ne.

Ciwanên Minbicê ji Eyn Îsayê: Em li pişta QSD`ê ne
19 kanûn, 2020   13:46
EYN ÎSA

Îro şandeyek Ciwanên Şoreşger a Minbicê tevlî çalakiya konvedanê ku Ciwanên Şoreşger li li navçeya Eyn Îsayê vedane, bûn.

Ev du rojin li navçeya ku her dem ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk ve tê topbaran kirin çalakî didome

Kon li taxa rojhilat ji navçeyê li pêşiya baregeha Rûsyayê hat vedan da ku bêdengiya wê der barê rewşa navçeya Eyn Îsayê şermezar bikin û berxwedana xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin.

Piştî ku Ciwanên Şoreşger li Kobanê beşdarî roja yekem ji çalakiyê bûn, îro Ciwanên Şoreşger a Minbicê jî tevlî roja duyem ji çalakiyê konvedanê bûn.

Maya El-Elî bi navê Kongreya Star a kantona Girê Spî axivî û bêdengiya navnetewî der barê êrişên dewleta Tirk li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid berxwedana Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) li navçeyê silav kir û bêdengiya navnetewî û garantorê Rûsyayê der barê êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne, şermezar kir.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Minbicê Hecî Mehmûd axivî û piştrast kir ku gelê Minbicê piştgiriya berxwedana QSD'ê û şêniyên Eyn Îsayê li hemberî êrişên dewleta Tirk dike.

Hecî Mehmûd bêdengiya navnetewî der barê sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Çalakiya konvedanê li Eyn Îseyê di roja 2'an de didome, her wiha biryar e ku çalakî berdewam bike di gel ku navçe rastî êriş û topbaranên deweleta Tirk a dagirker tê.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XylhhA4SMbI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>