Li gundewarên Idlibê şer, leşkerekî hêzên hikumetê hate kuştin

Li Meret Moxes a li gundewarên başûrê Idlibê di encama şerê navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

Li gundewarên Idlibê şer, leşkerekî hêzên hikumetê hate kuştin
19 kanûn, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku li gundewarên Idlibê di encama şerê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, leşkerekî ji hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Çeteyên Tirk cihên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê li çiyayê Zawiyê topbaran kir, her wiha hêzên hikumeta Şamê bajarokên Kensefra û deverên din li çiyayê Zawiyê ya gundewarên Idlibê, deşta El-Xab a li gundewarên bakur rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(dm)