'Bêdengiya Rûsya nîşaneya hebûna lihevkirineke rûsî-tirkî ye'

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya Herêma Firatê diyar kir ku Rûsya li gorî berjewendiyên xwe bazarê dike, lewra li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bêdeng e. Ji aliyê xwe ve hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê destnîşan kir ku Rûsya rê dide dewleta Tirk ku herêmê dagir bike.

'Bêdengiya Rûsya nîşaneya hebûna lihevkirineke rûsî-tirkî ye'
19 kanûn, 2020   10:03
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Li gel bêdengiya navneteweyî nexasim garantora Rûsyayê, dewleta Tirk a dagirker êriş û topbarana xwe li dijî herêmên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim navçeya Eyn Îsayê didmîne.

Navçeya Eyn Îsayî, ji ber ku li ser rêya navneteweyî M4 e ya ku gelek parêzgehên Sûriyê li bakur, rojhilat û rojavayê wê bi hev ve girê dide, herêmek stratejîk e.

Der barê van êrişan de, Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê, Almaz Rûmî axivî û got: “Ruxmî lihevkirina di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de û hebûna hêzên Rûsyayê û avakirina nuqteyên nû li herêmên ku sivîl têde hene, lê dewleta Tirk bê li gel bêdengiya domdar a Rûsyayê, êrişî herêmê dike.”

/ar/uploads/files/2020/12/19/084826_almaz-rwmy-.webp

'BÊDENGIYA RÛSYAY, ISBAT DIKE KU LIHEVKIRINEK DI NAVBERA WÊ Û DEWLETA TIRK DE HEYE'

Almaz diyar kir ku bêdengiya Rûsyayê û civaka naveteweyî isbat dike ku dewleta Tirk û Rûsyayê lihev kirine û dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê êrişî herêmê dike.

Siyasetmedara Kurd anî ziman ku Rûsya erkên xwe wek garantorekê bicih neanî û wiha domand: “Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe bazaran dike, Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng e.”

Çavdêr dibînin ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, hewldaneke nû ye ji bo dagirkirina herêmên din.

Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên domdar, bendên lihevkirina Soçiyê binpê dike. Di 22`yê Cotmeha 2019`an de Rûsya û dewleta Tirk li ser 10 bendan li hev kirin ku li gorî wê, Hêzên Sûriya Dmeokratîk (QSD) heta 30 km ji sînorên dewleta Tirk vekişe û agirbest pêk were.

Girêdayî vê mijarê Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Leyla Ebdo got: “Rûsya wek garantorê agirbestê erka xwe bicih neanî. Li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bêdeng dimîne. Ruxmî hebûna nuqteyên leşkerî yên Rûsyayê, lê dîsa jî rê dide dewleta Tirk ku herêmê dagir bike.”

Leyla bal kişand ser bêdengiya Rûsyayê û da xuyakirin ku Rûsya piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike ya ku dagirkirina herêm û koçberkirina sivîlan armanc dike.

Der barê êrişên dawîn ên li dijî navçeya Eyn Îsayê de şîrovekar destnîşan dikin ku Rûsya bi rêya bêdengiya xwe, dixwaze fişarê li QSD`ê ya ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, bike û herêmê radestî hêzên hikumeta Şamê bibe.

/ar/uploads/files/2020/12/19/084850_lyla-abdw.webp

Heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarîn nexşerêya li ser erdê biguherin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişên wê yên bejahî li derdora Eyn Îsayê şikandin û nehiştin ku çete pêş de biçin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s_lRvciGbvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>