Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 22`an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22`an de didome
18 kanûn, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan, ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin di roja  22`yan de ye.

Fecriye Benek ku yek ji gritiya li zindanan e got, ''Tekane hêza ramanê ya mîna deryayan ku dikare bibe hêza çareseriyê li Imraliyê ye û tecrîd li ser hatiye danîn. Heke ser vê tecrîdê ronî bibe, civak wê aram bibe, bigihêje dadê, bereketê, azadiyê û maneyê.'' Her wiha Benek banga bihîstyariyê li raya giştî kir.