Li derdorê Eyn Îsayê şerekî dijwar diqewime

Li derdorê navçeya Eyn Îsayê di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve û şervanên QSD`ê ji aliyekî din ve şerekî dijwar diqewime.

Li derdorê Eyn Îsayê şerekî dijwar diqewime
18 kanûn, 2020   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şeva din ve bi dijwarî êrişî gundên Mişêrfa û Seyda yên navçeya Eyn Îsayê dikin.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin û ji şeva din ve li herêmê şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

ANHA