Cejna Êzî; rojiya ji bo Xweda û serkeftina xêrê li dijî şer e

"Hezar û yek navên Xweda, navê herî şêrînê her Yezda ye", bi van gotinan kurdên êzidî di baweriyên xwe yên taybet dibêjin û, piştî 3 rojiyan di her salê de cejna Êzî, pîroz dikin. Da ku bi wê re xebata ji bo Xweda, belavkirina xêrê li cîhanê ragihînin.

Cejna Êzî; rojiya ji bo Xweda û serkeftina xêrê li dijî şer e
18 kanûn, 2020   06:15
QAMIŞLO-RÊNAS RAMO

Êzidî, piştî 3 rojiyan; sêşem, çarşem û pêncşemê ji hefteya yekemîn a Kanûnê li gorî rêznameya rojhilatî (Kurmancî), cejna Êzî pîroz dikin, anku cejna afirînê yan jî bi "Cejna Rojiya Mezin" tê nasîn. Di navbera rêznameya mîladî û rojhilatî de, 13 roj hene.

Li gorî ola êzidî, Êzî anku sultan û xaliq, Xweda ye û her wiha wek ku mîteolojiya êzidiyan dibêje, wan ew êzidî ji navê Xweda wergirtine. Êzidî gelê yekemîn ê ku bi yekbûyîn û perestiya Xweda nasiye.

Cejna rojiya êzidî dikeve Kanûna rêznameya rojhilatî, divê herî kêm rojekê rojî be yan jî rojekê ji Kanûna rojhilatî cejn be. Heke na, rojî ji hefteya din re bi paş de dixin. Ev cejn berî dagerîna zivistanê ji dema 1 heta bi 8 rojan tê. Ew jî destpêka rewşeke nû ya jiyana mirovên li ser vê erdê ye. Ji lew re bone û cejnên êzidî li gorî vê rêznameyê, sozên wê di salê de nayên guhartin.

Ji lew re, mîna têkiliya êzidî bi Xweda re, kurdên êzidî 3 rojan, di  salê de rojiyê digirin, tê de xwarin û vexwarin ji destpêka rohilatê heta bi roavayê re qedexe ye.

Roj ji bo êzidiyan pîroz e, girêdayî vê, gotinên wan ên olî hene û wiha ne; roj, ronahiya Xweda li ser erdê ye, bêyî wê jiyan berdewam nabe.

Piştî rojiya Êzî, bi du hefteyan din rojî hene. Tê de êzidî 9 rojan rojiyê li ser 3 hefteyan parvekirî digirin. Tenê rojên sêşem, çarşem û pênşemê rojiyê digirin.

Li her hefteyekê navekê tê kirin, hefteya yekemîn bi nave rojiya sêşemê, hefteya duyemîn bi nave rojiya xwedawenda û hefteya sêyemîn bi nave rojiya êzî anku roja xweda ye. Piştî wê di îna hefteya dawî de êzidî bi cejna êzid pîroz dikin.

Serokê beşa ola êzidî ya ya fakulteya zanistên olî li Zanîngeha  Rojava, Nesîm Şemo wiha got: "Cejna Êzidî ji tevahî cejnên êzidî pîroz û girîng e. Ew jî piştî ferza rojiyê tê. Ji ber rojîgirtin xebateke ne tenê bi nexwarin û nevexwarinê ye, lê belê bi qedexekirina tevahî heramî, kîn, hestên nebaş e. Ji lew re mîtolojiya êzidî ne cudayî mîtolojiyên dîtir ên analîzekirina gerdûnê li gorî mejiya mirov e."

Li ser vê bingehê şîroveyeke mîtolojî ya êzidî heye, her wiha di vê demê ji her salê de saetên rojê anku ronahiyê kêm dibin û saetên şevê zêde dibin. Ji lew re rojî mîna diyarkirina nakokiya di navbera ronahî û reşahiyê, şer û xêrê de ye. Ev 3 roj, rojên her kin ên rojê di salê de ne. Ji lew re mirov van 3 rojan rojiyê digire, heta ku rok vê dema giran derbas bike. Da ku piştre saetên rojê û dema ronahiya hêdî bi hêdî zêde bibin. Ew jî wek serkeftina ronahiya li hember reşahiyê ye.

Baweriyên vê cejnê, bi serdana êzidiyan ji miriyên xwe re berî roja cejnê, belavkirina xêran li rihên miriyên xwe ye. Da ku piştre sibeha cejnê dest pê bike û êzidî serdana malên hev du bikin.

(fr)

ANHA