​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê ya ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
17 kanûn, 2020   16:52
REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyan li gundê Til Semin ê Reqayê vegirtibû. Çalakî îro di roja xwe ya sêyemîn de bi axaftin û xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di çalakiyê de gelek axaftina hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku ev kon nîşaneya vîn û zanebûna gel e ya ku natirse û dagirkeriyê red dike. Her wiha berxwedana jinan, bi taybet dayik û hevjînên şehîdan hate silavkirin.

Bavê şehîd Cemal Bakincî jî axivî bavên şehîdan silav kir û got: "Heger Hevîn şehîd xist bi hezaran Hevrîn hene. Li cihê 11 hezar şehîd, bi milyonan şervan diafirin. Ji ber vê yekê divê em gelê Sûriyê li hemberî komployên ku li ser me têne kirin destek bin."

Piştî axaftinan, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliya Kecwan daxuyanî xwend û got: " Bi diruşmeya 'Na ji tundî û qirkirinê re..Bi hev re em jin û jiyanê biparêzin' em jinên Reqayî di bin konê rumet û berxwedanê de kom bûne da ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me şermezar bikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Sûriyê bi giştî û herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di guhertinên siyasî û herêmê re derbas dibe. Dewleta Tirk rojane gefên dagirkirina parçeyên xaka Sûriyê, wekî navçeya Eyn Îsa û bajarê Minbicê dixwe. Bi van gef û êrişên xwe hewl dide hegemoniya Osmanî zindî bike da ku projeya Rêveberiya Xweser derbe bike. "

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser projeya rêveberiya xweseriya demokratk û hate gotin ku di bin banê rêveberiyê de civaka exlaqî  ku bi xwe birêve dibe hate avakirin û têkoşîna siyasî wekî bingeha girîng ji xwe re esas girt. Tevahî pêkhateyên Sûriyê di bin sîwana vê rêveberiyê de bi giratiya gelan û jiyana hevbeş dijîn."

 

 

Her wiha rola YPJ û QSD'ê ya tunekirina DAIŞ'ê de silav dikin.

Rêvebeirya Jinan a Reqayê got: "Serkeftinên ku di nava çend salên kurt de hatin bidestxistin li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê hewl dide bi siyasetên xwe yên dagirkirî û faşîst yekitiya pêkhateyên Sûriyê têk bibe. Ji ber vê yekê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor bi cih kiriye da ku ewlehiya herêmê me têk bibe û fitneya mezhebî û eşîrtî belav bike."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe yên dîrokî û exlaqî bi cih bîne da ku komkujî û binpêkirinên li dijî mirovahiyê û jinan mîna ya Şengalê dûbare nebe.

Di dawiya çalakiyê de jinên ciwan şanoyeke li ser rewşa jinên kurd di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ li herêmê û şehîdxistina Hevrîn Xelef hate pêşandan.

ANHA