Partiya Çepgir a Swêdê bang li hikumeta Swêdê kir ku lêborînê ji Kurdan bixwaze

Partiya Çepgir a Swêdê bang li hikumeta Swêdê kir ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze, ji ber ku Kurd bi kuştina serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme tawanbar kiribûn.

Partiya Çepgir a Swêdê bang li hikumeta Swêdê kir ku lêborînê ji Kurdan bixwaze
17 kanûn, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Partiya Çepgir a Swêdê û berdevkê Wezareta Karên Derve Hakan Svenneling pêşnûmapirsek ji parlamentoya Swêdê re pêşkêş kir. Tê de behsa zext û êrişên dewleta Tirk û Swêdê li dijî Kurdan kir.

Hakan Svenneling bang li hikumetê kir ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze, piştî ku Kurdan bi kuştina Olof Palme tawanbar kir. Her wiha bang li hikumetê kir ku tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê hatiye ferzkirin, bi dawî bike.

Wezîrê Dad û Koçberan a Swêdê Morgan Johansson beriya çend rojan bersiva pirsên Svenneling da û da zanîn ku Kurdên ku ji ber kuştina Palme zirar dîtine, dikarin gilînameyekê pêşkêşî hikumetê bikin. Svenneling têkildarî bersiva Johansson got: "Ev yek cihê mixabiniyê ye, gelo hikumeta Swêdê berpirsyariya zilma li ser Kurdan, raneke."

Serokê Partiya Karên Civakî ya Demokratîk Olof Palme di 1986`an de hatibû kuştin. Palme bi helwestên xwe yên cidî li hemberî gelek dozên aştiyê, demokratîk, lihevkirina navneteweyî û ewlehiya hevbeş dihat naskirin. Di wê demê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi qetilkirina Palme hate tawanbarkirin. Lê beriya salekê, îsbat bû ku têkiliya PKK`ê di vê bûyerê de tune ye. Tenê hincetek bû ku Ewropa ji bo xatirê Tirkiyê PKK`ê bixe lîsteya terorê.

)şx)