ꞌDewleta Tirk li pişt peymana Hewlêr-Bexdayê ye û em wê red dikinꞌ

Mamosteyên êzidî peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de ya têkildarî birêvebirina Şengalê, wekî qirkirina Kurdan dibînin, ji ber vê heta dawiyê dê piştgiriya şêniyên Şengalê bikin û peymanên wiha red bikin.

ꞌDewleta Tirk li pişt peymana Hewlêr-Bexdayê ye û em wê red dikinꞌ
17 kanûn, 2020   08:48
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Êzidî peymana di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê de, red dikin. Helwestên piştgirên Şengalê çi li hundir an jî derveyî welatê zêde dibin.

Hikumeta Iraqê û PDK`ê 9`ê Cotmeha derbasbûyî têkildarî birêvebirina Şengalê peymanek îmze kir.

ꞌPEYMAN HEWLDANA QIRKIRINA GELÊ KURD E`

Têkildarî mijarê mamosteya Biyolojî ya li dibistana gundê Til Qirahê ya kantona Şehbayê Sêvîn Hisko axivî û got: "Tevî ku DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, lê hikumeta Iraqê tu helwest nîşan neda. Ji wê zêdetir destên wê di firotina Şengalê de ji DAIŞ`ê re hebû, niha jî dixwaze Şengalê hikum bike."

Sêvîn diyar kir ku lihevkirin hewldanek ji bo qirkirin û tunekirina Kurdan e bi taybet êzidiyan û wiha domand: “Li Efrîn û Serêkaniyê êzidî dan koçberkirin, niha jî hewl didin êzidiyan ji Şengalê derxin.”

Mamoste Sêvîn Hisko ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di 2014`an de bi hezaran hêzên PDK`ê û hêzên hikumeta Iraqê şengalî di nav destên DAIŞ`iyan de hiştin. Piştre ji bo parastin û birêvebirina Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û rêveberiya Şengalê hatin avakirin, lewra em dixwazin gel ji hêla şêniyên xwe ve were birêvebirin."

Mamosteya biyolojîyê Sêvîn Hisko di dawiyê de got ku êzidiyên ku ji Efrînê koçber bûne û li Şehbayê dimînin hemû piştgiriya êzidiyan dikin da ku xwe bi xwe bi rê ve bibin.

ꞌDESTÊN DEWLETA TIRK PEY VÊ PEYMANÊ YE`

Mamosteyê babeta biyolojî yê dibistana Til Qirahê Îsa Marko, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li pey van komployên li dijî gelê Kurd e, nexasim ên li dijî êzidiyan, ji ber vê yekê ew peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de şermezar dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/AlZDiUF5kqY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>