Çavkaniyekî dîplomatîk: YE'yê Erdogan bi girankirina cezayan agahdar kir

Li gorî çavkaniyek dîplomatîk, Serokê Konseya Ewropayê  Charles Michel, bi rêya telefonê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi biryara lûtkeya Ewropayê ya girankirina cezayan li ser Tirkiyê agahdar kir.

Çavkaniyekî dîplomatîk: YE'yê Erdogan bi girankirina cezayan agahdar kir
15 kanûn, 2020   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî dîplomatîk di Yekitiya Ewropayê de ji rojnamevanan re got: "Michel, Serokomarê Tirkiyeyê bi encamên lûtkeya Ewropayê ya ku 10 û 11'ê Kanûnê hatibû lidarxistin, agahdar kiriye û teqez kir ku pêwîst e rageşiya li deryaya Spî were kêmkirin."

Çavkanî daxuyad ku "Micel banga domandina diyalogên bi Yewnanistanê re û pêkanîna diyalogan bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî derbarê çareseriya li Qibirsê de kir."

Ji ber kiryarên wê yên li deryaya Spî, lûtkeya Ewropa ya dawî biryara girankirina cezayan li dijî Tirkiyê kir. Yekitiyê pêkanîna cezayan heta Adara bê paşde xist û muhlet da Tirkiyê da ku nêzîkatiyên xwe biguhere.