DYA "Seraya El-Muxtar" a li  Behreynê wekî rêxistinek terorîst bi nav dike

DYA'yê rêxistina "Seraya El-Muxtar" a li Bahreyn wekî rêxistinek terorîstî ya cîhanî destnîşan kir.

DYA "Seraya El-Muxtar" a li  Behreynê wekî rêxistinek terorîst bi nav dike
15 kanûn, 2020   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê got ku rêxistina "Seraya El-Muxtar" desteka diravî û lojîstîk ji Pasdarên Îranê werdigire da êrişî amerîkiyên li Bahreynê bike.

Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê Mike Pompeo got, "Seraya El-Muxtar" rêxistinek terorîstî ye, Îran piştgiriya wê dike û avahiya wî li Behreyn e.

Her wiha daxuyand ku di raporan de tê diyarkirin ku desteka diravî û lojîstîk ji Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê digire.