Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da

Meclisa Jinan a Sûriyê got, rewşa heyî ya Sûriyê bi hewcedarî destûreke nû ye ku bi destê sûriyan were nivîsandin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê mîsoger bike.

Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da
Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da
Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da
Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da
15 kanûn, 2020   16:38
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyê bi mijara qanûnên siyasî û destûrî û têkiliyên di navbera qanûn û civakê de semînerek li Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê da.

Endama rêveber a Buroya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiya Hiso axivî û behsa rêgezên bingehîn ên destûrê ku Sûriye hewcedarî wê ye kir.

Mekiya Hiso bal kişand ser çawaniya parastina ewlehî û aramiya Sûriyê bi rêya parastin û mîsogerkirina maf û azadiya kêmnetewan di destûrê de.

Her wiha hin rêgezên jorî destûrê ku pêwîstiya Sûriyê pê heye bi bîr xist jê; mîsogerkirina maf û azadiyan, mîsogerkirina sîstema siyasî û vegera aramiyê, parastina rêgezên sîstema demokratîk û hevpeymana civakî.

Mekiya Hiso diyar kir ku rewşa heyî ya Sûriyê hewcedarî nivisandina destûrekê ye ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike, nûnertiya tevahî sûriyan bike û bi destê gelê Sûriyê were nivîsandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ga-d4sujbJo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>