Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist. Di panelê de beşdaran piştrast kir ku şerê heyî û aloziya aborî ji sedemên sereke yên zewaca temenbiçûk e. Lê belî zirarên wê ji aliyê bedenî ve hene. Ev yek bi perwerde û zanabûnê sînordar dibe.

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist
15 kanûn, 2020   16:30

Bi diruşma "Em dibêjin na ji şêweyên tundiyê yên li dijî civakê re", Yekitiya Jinên Ciwan a Heleb panelek li ser zewaca temenbiçûk li dar xist.

Di panela ku li hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf li dar ketiye de, bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzirtinê dest pê kir, piştre endama Kongreya Star Emîne Şêxo li ser sedemên zewaca temenbiçûk axivî û got: "Ev mijar girêdayî civakan e, her wiha asta fikirî û nêrînên civakan eşkere dike. Ev dozeke ne tenê girêdayî jinan e, lê belê girêdayî tevahî civakê ye."

Emîne Şêxo behsa derketina bûyera zewaca temenbiçûk kir û da zanîn ku ew ji ber zihniyeta mêrdestiyê di dîrokê de ku serwerî li ser civakê kiriye derket û wiha domand: "Em dikarin bêjin ku ev siyasetên bi metod ên ku derketine û li ser civakê ji dîrokê de hatine ferz kirin, bûn sedema berbelavbûna tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan."

Emîne Şêxo îşaret bi sedema vê bûyerê kir û axivî ku ev yek ji ber aloziya aborî û şerên li Rojhilata Navîn derket û rola wan sereke ye. Li gel wê jî di encama kevneşopiya civakî û kêmzanîna di navbera ferdan de bûyera zewaca temenbiçûk derket.

 ‘JI ZEWACA TEMENBIÇÛK RE, ZIRARÊN BEDENÎ Û TENDURISTÎ HENE’

Der barê zirarên zewaca temenbiçûk a li ser tenduristiya keçan de, Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen wiha got: "Zirarên wê ji aliyên bedenî û derûnî ve hene. Ji ber keçên ji aliyê bedenî ve temam nebûne, pirsgirêkên tenduristiyê li wan zêdetir derdikevin."

Leyla Hesen wiha axivî: "Nezanîna şêniyan û têgihaştina wan a mijarên tenduristî yên ji ber zewaca temenbiçûk, dê bi xwe re rewşên derûnî û nexweşiyên giran zêdetir bikin. Dê ev yek jî bibe sedema paşketin û nepêşdeçûna civakan. Ji bilî wê jî rewşa dayikê ya derûnî li ser jiyana zarokên wê, bandoreke nêyênî li ser wan, guhartina reftar û mezinbûna wan çêdike."

 ‘BI PERWERDE Û ZANABÛNÊ, ZEWACA TEMENBIÇÛK SÎNORDAR DIBE’

Di panelê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Ehmed çareseriyên ji bo sînordarkirina zewaca temenbiçûk pêşniyar kirin û diyar kir ku ev yek mijareke zihnî ye û di radeya yekemîn de mijareke girêdayî zanabûn û perwerdê ye, çi xurt, çi keç an jî çi malbat dibin. Divê derfetên kar û xwendinê bên dabînkirin û girîngî li ser şîrovekirina têgehên jiyanî û civakî ji çîna ciwanan re bê dayîn.

Reşa Ehmed da zanîn ku divê jinên ciwan li ser geşkirina behre, kar û pêkanîna çalaliyên serhildêr û şermezarkirina tundiya li dijî jinan bê teşwîqkirin.

Reşa Ehmed piştrast kir ku divê têkoşîna li dijî vê zihniyetê, teşwîqkirina berteka civakê li dijî van kevneşopî û şerkirina wê bi rêya teşhîrkirina sûcdar û lêpirsîna wan bê dayîn.

Piştî axaftinan, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin û panel bi pêşandana sînevîzyonekê li ser tundiya li dijî jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA