​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  û Yekitiya Jinên Ciwan li Kobanê û Şehbayê êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
​​​​​​​Ciwanên Firat û Efrînê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir
15 kanûn, 2020   15:48
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi meşekê êrişa çekdarên PDK'ê ya li ser nuqteyên gerîlayên HPG'ê ya herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Bi sedan ciwanên herêma Firatê û Minbicê beşdarî meşê bûn.

Meş ji qada Jina Azad ber bi qada Aştiyê ya li bajêrê Kobanê dest pê kir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên "Na ji îxanetê re, bijî berxwedana gerîla" hildan û diruşma "bemire îxanet" hildan.

Meş li qada Aştiyê vegerî mêtîngê. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Azad a herêma Firatê Dilê Berkel daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiriye, hêzên PDK’ê şêniyên herêmê li hember hovitiya wan hişt. Piştre hêzên gerîla ûYPG û YPJ’ê Şengal û şêniyên wê rizgar kir û rûmeta wan parast. Niha PDK’ê nakokiyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bilind dike û hêzên gerîla dorpêç dike, niyeta wê ji wê yekê ew e ku şerekî navxweyî bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re li dar bixe.

Di her nêzbûneke yekitiya nîştimanî ya Kurd re, PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk re hewl dide şerekî navxweyî bi hêzên gerîla re li dar bixe. Her wiha dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û nakokiyan di navbera wan de biafirîne.

Em êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Ji ber ew êriş xwestekên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Kurd bi hevkariya bi PDK’ê, pêk tîne.

Em bang li gelê Kurd ê li tevahî parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî şerê birakujiyê yê ku PDK’ê bi piştevaniya dewleta Tirk hewl dide li dar bixe, bisekinin. Her wiha bang li PDK’ê dikin ku ji siyaset û tevgerên xwe yên li dijî doza Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê vegere."

ŞEHBA

Girêdayî heman mijarê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê re meşek li dar xist.

Bi diruşma "Bimire îxaneta PDK’ê û bijî berxwedana gerîla" bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêmê, endamên meclisan û komînan li pêş avahiya Meclisa kantona Şehba ya li navçeya Fafînê kom bûn.

Beşdaran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên bi nivîsên "Bimire îxanet, dem dema azadiyê ye" hildan.

Meş li qada Dibistana Suwaqa(ajokarî) ya li navçeya Fafînê vegerî mêtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Lolyan Henan daxuyanî xwend.

Lolyan Henan îxaneta PDK’ê, destekdayîna ji AKP’ê re û piştevaniya wê ya dagirkirina xaka Kurdistanê û êrişên li dijî HPG’ê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi berxwedana gelê Kurd û HPG’ê li Başûrê Kurdistanê dê wan êrişan bişikînin û dagirkeriyê ji tevahî xakên dagirkirî bi derxin.

Mîtîng bi pêxistina agir û girtina dîlanê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(fr)

ANHA