PYNK`ê bang li parlamentoya Başûr kir: Bi erka xwe ya neteweyî rabe

​​​​​​​PYNK’ê bi daxuyaniyekê  got "Em banga xwe li hemû gelê xwe yê Başûr û hêzên siyasî, neteweyî bi  taybet parlamentoya Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê  navxweyî rabe.”

PYNK`ê bang li parlamentoya Başûr kir: Bi erka xwe ya neteweyî rabe
15 kanûn, 2020   14:13
KOBANÊ

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) têkildarî mijarê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek bi beşdarbûna endamên partiyên PYNK`ê da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îs ve hate dayîn.

Bekir Hec Îs da zanîn ku ew bi navê PYNK’ê banga xwe li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, neteweyî bi taybet parlamentoya Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê navxweyî rabe.

Hec îs bi bîr xist ku çawa ew li pêşmergeyan  dinêrin ku hêzeke neteweyî ne, dilopa xwîna wan li cem wan giran e, wekî wê jî her dilopeke xwîna gerîla bi qîmet û giran e.

Hec Îs got banga xwe dişînin hemû hêzên netewî ku bi zimanê diyalokê dest dirêjî hev bikin û wiha domand: "Em dinêrin ku eger şerek li Başûrê Kurdistanê rû bide, ji  bo berjewendiyên dewleta Tirk e û kesên hevkarê wê ne, ne ji bo berjewandiyên gelê Kurd e.”

Her wiha Bekir Hec Îs bang li Nêçîrvan Barzanî kir û got: "Em banga xwe dişînin ji birêz serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ku bi rola xwe ya neteweyî rabe. Ji ber ku ev şerê di navbera Kurdan de nakeve xizmeta gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan destkeftiyên hemû parçeyan in."

Rêveberê Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îs di dawiyê de got: "Em wek partiyên bajarê berxwedanê Kobanê banga xwe dişînin em ne bi vî şerî re ne, ev şer xizmeta tirkan dike û li gor berjewandiyên tirkan in. Her wiha em  rola KNK spas dikin û dibêjin ku pêwist e KNK bi rola xwe rabê ji  ber ku nûneriya her çar perçeyên kurdistanê dike ku zimanê diyalogê di navbera hemû partiyên siyasî û hemû hêzên siyasî  bi pêş bixe."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fPwx30J92w8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>