DYA’yê ceza li dijî dewleta Tirk birîn

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îşev ragihand ku wê ceza li dijî rêveberiya endustriyên parastinê yên dewleta Tirk birîne.

DYA’yê ceza li dijî dewleta Tirk birîn
14 kanûn, 2020   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, ceza li dijî rêvberiya endustriyên parastinê yên dewleta Tirk û serokê wê Îsmaîl Demir birîn.

Malpera wezaretê da zanîn ku Washingtonê ceza li dijî ferdên dîtir ên girêdayî rêveberiya endustriyên parastinê yên dewleta Tirk jî birîn.

Înê, senatoya Amerîkayê bi awayekî giştî biryar da, dê projeya qanûna piştevaniya parastinê ya ku tê de cezayên li dijî dewleta Tirk heye, şîrketa mezin a çêkirina çek û gelek karsazên tirk armanc bike.

(fr)