​​​​​​​Pompeo ragihand ku li dijî Enqerê biryara pêkanînan girtine

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mike Pompeo ragihand ku ji ber ku dewleta Tirk ji Rûsyayê sîstema parastina asmanî S-400 girtiye, biryara pêkanîna li dijî wê girtine.

​​​​​​​Pompeo ragihand ku li dijî Enqerê biryara pêkanînan girtine
14 kanûn, 2020   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo bi daxuyaniyekê ragihand ku DYA’yê li hemberî saziyên Tirkiyê ku ji kirîna çekan erkdar in, biryara pêkanînan girtine.

Pompeo got: “Tedbîrên ku îro hatin girtin, nîşaneya wê yekê ye ku DYA rê nade kiryarên sektorên îstixbarat û parastina Rûsya yên girîng.”

Li gorî biryarê wê pêkanîn li ser Musteşariya Pişesazî ya Parastina Tirk, serokê wê saziyê Îsmaîl Demîr û 3 karkerên wê bên sepandin.

Pompeo diyar kir ku pêkanîn hemû destûr û destûrnameya hinardekirina DYA ya li hemberî Wezareta Pişesaziyê ya Parastinê li xwe bigire.