​​​​​​​Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed hate berdan

Nûçegihanê Rojnews'ê Zusik Hemed ê ku berî du rojan ji aliyê asasyîşa bajarokê Çomanê ya Hewlêrê ve hatibû girtin, piştî saetên nîvro hate berdan.

​​​​​​​Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed hate berdan
14 kanûn, 2020   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 12’ê Kanunê nûçegihanê Rojnews'ê Zusik Hemed ji aliyê asayîşa Çomanê ve hatibû girtin û şandibûn girtîgeha asayîşa Soranê. Zusik Hemed piştî saetên nîvro hate berdan.

Piştî ku Zusik Hemed Mîne bi nasnav (Zusik Balek) hate berdan têkildarî girtina xwe agahî dan Rojnews’ê û got: “Lêpirsînek zêde di gel min de kirin, ji min pirsîn çima ji bo Rojnews’ê kar dikî? Li ser çi mijaran nûçe ji bo Rojnews’ê amade dikî? Kesên din ên li deverê ji bo Rojnews’ê dixebitin kî ne? Ji min pirs kirin.”

Zusik da diyarkirin her çiqas nîvîsên ku wî li ser medyaya dijîtal nivîsandibûn û rexne li desthilatê kiribûn, nîşanê wî dan jî, lê piraniya lêpirsîna di gel wî de hatî kirin li ser nûçegihantiya ji bo Rojnews’ê bû.

Zusik destnîşankir asayîşê şifreya facebooka wî jê wergirtine, hesabê wî vekirine. Her wiha da zanîn heta niha jî telefona wî li cem asayîşê ye.