Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan

Li Til Hemîsê bi meşeke girseyî êrişên dewleat Tirk a dagirker ên li ser herêmên hatin şermezarkirin.

Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî meşiyan
14 kanûn, 2020   15:19
QAMIŞLO

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li dar dikevin.

Li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê bi sedan şênî, tevî şêx û rûspiyên navçeyê meşek hate lidarxistin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re em parastina jin û jiyan bikin" û "dagirkerî tundî ye", wêneyên rêber Ocalan, alên QSD’ê û YPJ’ê hatin hildan.

Meş ji pêş navenda Trafîkê ya navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a li navçeya Til Hemîsê Nîra Hemko axivî bêdengiya navneteweyî ya der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Nîra Hemko da zanîn ku bêdengiya navneteweyî şewqa kesk dide dewleta Tirk a dagirker da ku êrişên pêk bîne û wiha got: "Ev bêdengî ji Erdogan û çeteyên wî re berdewama êrişên li dijî xak û şêniyên me ye."

Nîra Hemko wiha domand: "Em jinên Kongreya Star û jinên pêkhateyên Ereb piştrevaniya xwe ji QSD’ê û YPJ’ê re radigihînin. Her wiha ji me tevan tê xwestin ku berpirsiyar bin û li hember komployên li dijî me yên bi armanca tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmê, hişyar bin."

Meş bi diruşmên banga azadiya rêber Ocalan û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA