Saziya MAAT: Rejîma Tirk berpirsê bilindbûna tundiya li dijî jinan e

Saziya MAAT a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan raporeke bi sernavê "Siyasetên Nijadperestî; Bilindbûna bûyerên tundiyê li dijî jinan li Tirkiyê" weşand. Di raporê de bal hate kişandin ser bilindbûna tundiyên li dijî jinan li Tirkiyê tevî berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê.

Saziya MAAT: Rejîma Tirk berpirsê bilindbûna tundiya li dijî jinan e
14 kanûn, 2020   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di  raporê de sedemên zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan spartin van xalan " Bilindbûna xîtaba çapemeniyê ya neyênî ya hikumeta  Tirkiyê ya li dijî jinan, sûcên alavên ewlehî û saziyên dadgehê ji dozgeriya giştî û dadmendiyê yê ku çavê li pirsgirêkan hate girtin û sûcên tundiyê li dijî jinan, bi taybet tundiya malbatî zêde bûn."

Di raporê de hat gotin ku xîtaba serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a li ser wekheviya di navbera jin û mêran de ya ku tê de gotiye jin bi mêr re ne wekhev e, sûcên li dijî tundiyên zêde kirin.

Li gorî raporê, dewleta Tirk ji nava 153 dewletan li gorî nîşaneya wekheviya ya navbera her du zayendan  di 2020’an de ji asta 130’î ye. Li gel wê jî heqdestî û asta perwerdeyê bi hevrûkirina bi mêran re kêm e. Vê jî hişt ku asta tundiya li dijî jin di civakê de zêde bibe.

Di raporê de li gorî daneyên Wezareta Hundirîn a Tirkiyê, hatiye diyarkirin di 2014 heta 2019’an de milyonek û 15 hezar û 337 bûyer û sûcên tundiyê li dijî jinan pêk hatin, di encamê de hezar û 890 jinan jiyana xwe ji dest da û 94 jinan jî jiyana xwe di bin pergala parastinê de jiyana xwe ji dest da.

Lê rêxistinên civaka sivîl, zêdetirî vê jimareyê yê mirina jinan belge kir. Ew jî ji ber tundî û sûcên li dijî jinan e. Bi wê re 2 hezar û 248 jinên ku jiyana xwe ji dest daye, hatin tomarkirin.

(fr)