Şêniyên Minbicê piştgirî dan berxwedana Eyn Îsayê

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê li Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê û bêdengiya hêzên garantor ên ji êrişan re şermezar kirin.

Şêniyên Minbicê piştgirî dan berxwedana Eyn Îsayê
14 kanûn, 2020   15:12
EYN ÎSA

Bi hezaran şêniyên Minbicê, Eyn Îsa û Girê Spî ji Çerxerêya Şaredariyê dest bi meşê kirin û ber bi baregeha Rûsya ya li rojhilatê navçeyê ve çûn.

Xwepêşandêran sloganên"Na ji dagirkeriya artêşa Tirk ji xaka Sûriyê re, bijî yekitiya gelê herêmê, bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin û pankartên bi nivîsên"Bila civaka navneteweyî destwerdanê bike û dawî li êrişên artêşa Tirk bîne" û wêneyên şehîdan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Sûriya Pêşerojê û QSD`ê rakirin.

Dema xwepêşandêr gihaştin baregeha Rûsyayê, Cîgirê Hevserokê Kantona Girê Spî, Sebrî Nibo axivî û spasiya gelê Minbicê kir, ku piştgiriya wan dikin û li hemberî êrişên artêşa Tirk disekinin. Sibo bêdengiya navneteweyî ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Piştire Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbicê Mihemed El-Ebo axivî û bêdengiya Rûsyayê ji êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir û bang li Rûsya kir ku li hemberî van êrişan bi erka xwe rabe û soza peyaman têkildarî agirbestê bi cih bîne.

Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Fadiya Resûl jî axivî û êrişên artêşa Tirk red kir û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Berdevkê Meclisa Rûspiyên Eşîrên li Minbicê Sadiq El-Siêdî jî axivî û ev yek destnîşan kir: "Şêniyên Minbicê piştgiriya şêniyên Eyn Îsayê dikin û li hemberî êrişên artêşa Tirk piştgiriyê didin QSD`ê, ji ber ew parastina xakê dikin."

Berdevka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Asya El-Hisên jî axivî û ev yek anî ziman partî piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê dike û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên artêşa Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê teşhîr bikin.

Asya El-Hisên bang li hikumeta Sûriyê kir ku diyalogên û çareseriya siyasî erê bikin, ji ber banga yekitiya alî û hêzên nitimanî yên sûrî dike.

Meş bi sloganên"Bijî yekitiya gelê Sûriyê û bijî berxwedana QSD`ê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA