Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Teqayê bi daxuyaniyekê, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û êrişên wê yên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
14 kanûn, 2020   13:47
 TEBQA

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodix li pêşiya Navenda Çandî ya li Tebqayê daxuyanî xwend. Endamên komîteyê û gerînendeyên girêdayî wê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û hewldanên wê yên domdar ji bo vegerandina xewna Osmaniyan û şikandina vîna gelan û diyar kir ku gelên herêmê li dijî van siyasetan disekinin.

Her wiha komîteyê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî gelên herêmên dagirkirî ji Efrînê bigire heta bigihêje Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, şêniyan dikujin, talan dikin, didin koçberkirina û demografiya herêmê diguherin.

Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk ewlehiya ku li herêmê piştî tunekirina DAIŞ`ê peyda bû, qebûl nekir, ji ber wê li pêşiya cîhanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û niha hewl dide Eyn Îsayê jî dagir bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/tMJqdZ30AuQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>