Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne

Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî ya li taxa Şêxmeqsûd a pêşwaziya zêdeyî 300 xwendekarî kiriye û xebatên pêşwazîkirinê didomîne. Rêveberiya dibistanê pêwîstiyên xwendekaran bi cih tîne.

Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurdî pêwîstiyên xwendekaran cih tîne
14 kanûn, 2020   11:06
HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi armanca pêşxistina qada perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê yekemîn dibistana fêrkirina zimanê kurdî li taxa Şêxmeqsûdê bi navê Şehîd Qehreman Efrîn vekir. Dibistan li ser banga malbatên xwendekaran di 7`ê Cotmeha 2018`an de hate vekirinlê hate kirin.

Di sala sêyemîn a vekirinê de, dibistanê dest bi pêşwaziya xwendekarên qonaxa amadehî kir.

Rêveberiya dibistanê mamosteyên hemû branşan meteryalên amadehî bi herdu beşên xwe (Wêjeyî û Zanistî" perwerde kirin.

Li gorî rêveberiya dibistana Şehîd Qehreman Efrîn hejmara xwendekarên îsal zêdetirî 300 xwendekarî ye û hîn hin malbat zarokên xwe dişînin dibistanê da ku fêrî zimanê dayikê bibin.

DIBISTAN PÊWÎSTIYÊN XWENDEKARAN DABÎN DIKE

Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn hemû pêwîstiyên xwendekaran ji pênûs, lênûs û çenteyan dabîn dike û li wan belav dike. Par hejmara pirtûkan kêm bû û têra tevahî xwendekaran nekir, lê îsal pirtûk li hemû xwendekaran hatin belavkirin.

/kr/uploads/files/2020/12/14/110741_-.webp

Mamoste û Endama Rêveberiay Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Şêrîvan Mihemed axivî û ev yek got:"Rêveberiya dibistanê hewl dide qada perwerdeyê pêş bixîne. Sal bi sal hejamra xwendekarên dixwazin xwe fêrî zimanê dayikê bikin zêdetir dibe û ji bo hemû branşan mamosteyên me hene."

Mamoste Şêrîvan Mihemed da zanîn ku ew bi hemû derfetên xwe alîkariya xwendekaran dikin, da ku zehemtiyan nekişînin û erebeyan ji wan re peyda kirin. 

Têkildarî girîngiya fêrbûna bi zimanê kurdî, Şêrîvan Mihemed ev yek destnîşan kir:"Em hemû Kurd in û tu cudabûn di navbera me de tune ye, heke em xwe nas nekin ew ê tu kes me nas neke, di heman demê de kesê li hemberî vê fikirê derdikeve, ew xwe nas nake."

/kr/uploads/files/2020/12/14/110807_-.webp

Dayika bi navê Fatima Îso ya ji beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê navê 3 zarokên xwe li dibistanê tomar kir û wiha got:"Min her 3 zarokan xwe anîn dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, ez hêvîdar im ku hemû zarokên min fêrî zimanê dayikê bibin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/VZITWwSnjlI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>