HPG: Hêzên PDK`ê bi awayekî plankirî li wesayîta gerîlayan reşand

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK`ê roja 13`ê berfanbarê li 2 wesayitên hêzên gerîla reşandine û di encama êrişê de 3 gerîla bûn, ji wan rewşa 2 gerîlayan giran e.

HPG: Hêzên PDK`ê bi awayekî plankirî li wesayîta gerîlayan reşand
14 kanûn, 2020   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişa 13'ê Berfanbarê ya li dijî gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

13`ê Berfanbarê serê sibehê saet di 10:00 de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK'ê wesayîtek rawestand ku hevalên me û endamên rêxistineke dost tê de bûn. Hêzên PDK'ê ku dîtin ên di hundirê erebeyê de gerîla ne, bi rengekî giran gule li erebeyê reşandin.

DI ÊRIŞA ÊVARÊ DE 2 JÊ BI GIRANÎ 3 GERÎLA BIRÎNDAR BÛN

13`ê Berfanbarê danê êvarê saet di 20:30'î de, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salan e wesayîtên me lê diçin û tên, wesayiteke me ya di rê de bû ji aliyê wesayitên zirxî yên bi çekên giran ên PDK'ê ve hate dorpêçkirin. Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir, lê hêzên PDK'ê bi dijwarî gule lê reşandin. Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

BI RÊK Û PÊK ÊRIŞÎ WESAYITÊN ME KIRIN

Eşkere ye ku biryar dane bi rêk û pêk pêşî li wesayitên me bigirin, wesayitên me bikin hedef. Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrişkariyê ye. Berpirsyariya van bûyeran li stuyê yên ku ev êriş plan kirine û bi êpê anîne."