Girtiyên di greva birçîbûnê di roja 18`emîn de çalakiya xwe didomîn

Girtiyên ku ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û zordariya li zîndan ketibûn greva birçîbûnê, di roja 18`emîn de bi koma 4`emîn çalakiya xwe didomîn.

Girtiyên di greva birçîbûnê di roja 18`emîn de çalakiya xwe didomîn
14 kanûn, 2020   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan were bidawîkirin girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 18`emîn de bi koma  4’emîn didome.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku divê gel jî xwedî li vê berxwedanê derkeve û gotin, “Ka em dest bidin hev, vê pêvajoyê derbas bikin û faşîzmê hilweşînin.”