Balyozên navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ’ê daxwaza vekirina dadgehekê kirin

Balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan gotin: "Dem hatiye li dijî kesên ku li Sûriyê û Iraqê sûc kirine edalet were pêkanîn." Li aliyekî din jî Bedran Çiya Kurd banga avakirina dadgeheke naveneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê kir.

Balyozên navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ’ê daxwaza vekirina dadgehekê kirin
14 kanûn, 2020   07:35
NAVEDNA NÛÇEYAN

4’ê Kanûnê, balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan di derbarê sûcên çeteyên DAIŞ'ê û darizandina wan de, bi rêya onlinê kongreyek li dar xist.

Di kongreyê de, balyozê Amerîkayê yê ji bo Edaleta Cezayan li cîhanê edaleta sûcê li Morse Tan bal kişand ser sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kêmneteweyên olî û binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî. Her wiha banga avakirina dadgeheke mîna dadgeha Nuremberg ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir.  Tan got: "Dem hatiye ku li dijî sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê kirine, edalet pêk bê."

 ‘DIRUŞMEYA (JI ÎRO Û ŞÛNDE JI QIRKIRINÊ RE NA) PÊK NEHAT’

Damezirînerê Akademiya Hiqûqî a Cîhanê Matthew Daniels û balyoza gerok a Nivîsgeha Dozên Jinan a Cîhanê Kelly E. Curry, têkildarî qirkirina komî û binpêkrina li seranserî cîhanê têne kirin diyar kir ku ew li dijî wan sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî jinên Êzidî pêk anîne û sûcên ku artêşa Burmayê li dijî kêmneteweya Rohingya pêk anîne  û got: "Diruşmeya (Ji îro û şûnde ji qirkirinê re na ) pêk nehatiye."

Daniels got: "Avakirina dadgehekê ji bo darizandina DAIŞ'ê bersiva rast a exlaqî û qanûnî ji aliyê cîhana pêşketî ve ye. Ev dadgehkirin dê baweriyeke exlaqî bide dewletên ku qanûna mafên mirovan a cîhanê û diruşmeya 'Ji îro û şûnde na ji qirkirinê re' îmze kirine. Divê em ji merheleya cezakirinê derbasî merheleya çareserkirinê bibin, dermanê herdemî yê hemû şêweyên tundiyê fêrbûn e."

‘TIŞTA LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊK TÊ, QIRKIRINEKE RASTEQÎNÎ YE’

Li aliyekî din jî, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê, kir.

Çiya Kurd wiha domand: "Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê me banga avakirina dadgeheke navneteweyî mîna dadgeha Nurembergê kir. Da ku astên têkbirina terora navneteweyî û dozgeriyê bilind bikin. Em dibînin ku darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser û li herêmên Rêveberiya Xweser, merheleyeke herî girîng a têkbirina terorê ye, di heman demê de pêkanîna edaleta navneteweyî ya li hember sûcdarên li dijî mirovahiyê ye."

Çiya Kurd îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên ku komên çete li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin kir û got: "Tişta li wan herêman têne kirin qirkirineke rasteqînî ye."

 ‘MAFÊ EDALETÊ YÊN QURBANIYÊN KOMKUJIYÊN DAIŞ’Ê HEYE'

Cîgira seroka Desteya Azadiya Ol û Baweriyan a Amerîka Nadine Menza bal kişand ser serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevdîtinên xwe yên ligel nûnerên ji civaka êzidî. Di wê serdanê de nûnerên civaka êzidî behsa komkujiyên li dijî wan û xiristiyanên ku hewl dane bimînin ku çeteyên DAIŞ’ê ew neçar kirine fidyayan bidin, kir.

Nadine Menza rola Rêveberiya Xweser erênî nirxand û da zanîn ku rêveberiyê rewşa guncav ji tevahî kêmneteweyan re dabîn kiriye da ku rê û resmên xwe yên olî pêk bînin.

Nadine Menza got: "Mafê edaletê yên qurbaniyên komkujiyên DAIŞ’ê heye. Divê cîhan li ser sûcên li dijî wan qurbaniyan pêk hatine lêpirsîn veke, ji ber ew sûc ji Holocaust krêtir in."

Gerînendeyê Beşa Bolanda ya Saziya Babaweyî ya Alîkariya bi Dêra Hewcedaran  re, Baba Waldemar Sislo û wezîrê dewletê ya Hungariya ya alîkariya bindestên Xiristiyan Tristan Azbeg hişyarî ji kêmbûna hejmara kêmneteweyên li Rojhilata Navîn bi taybet xiristiyan dan. Her wiha destnîşan kirin ku tevî qanûnên navneteweyî yên cezakirina sûcdaran heye, hê jî cîhan nikare qirkirinên komî li dijî kêmneteweyan rawestîne.

(fr)

ANHA