Dayikên şehîdan: Peymana Hewlêr-Bexdayê plana dagirkirinê ye

Dayikên şehîdan peymana têkildarî birêvebirina Şengalê ya di navbera hikumeta Bexda û PDK`ê çêbibû red kir û diyar kir ku li pey vê peymanê planên dagirkirina herêmê hene.

Dayikên şehîdan: Peymana Hewlêr-Bexdayê plana dagirkirinê ye
14 kanûn, 2020   04:03
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Hikumeta Bexda û PDK`ê di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de, têkildarî birêvebirina Şengaliyan bêyî ku li nêrîna vegerin Şengalê peyman mohr kirin.

Li djiî êzidiyan 73`ê fermanan hatin pêkanîn, di encamê wan de zêdetirî 150 hezar êzidî bûn qurban. Fermana herî dawî di Tebaxa 2014`an de bû ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû kirin.

Têkildarî mijarê diya şehîd Qehreman Çîçek, Siltan Seîd Xelef axivî û peymana ku li dijî Şengalê hatiye mohrkirin red kir û wiha gotina xwe dewam kir:"Armanca van peymanan dubarekirina fermanên berê ne."

Siltan Seîd da zanîn ku şengalî êdî palanên derdora nas dikin, bi taybet piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn û meclisên xwe yên leşkerî û sivîl ji bo rêvebirinê herêmê ava kirin.

Siltan Seîd di nava gotinên xwe de ev pirs kir:"Dema ku li dijî gelê Şengalê ferman pêk hatin ev her du hikumet li ku bûn, çima gelê Şengalê bi tenê hiştin, reviyan û ew radestî çeteyan kirin?"

Siltan Seîd got ku ew ê piştgiriya Şengalê bikin û peymanên li dijî wê red bikin.

'LI PAŞ VAN PEYMANAN  PLANÊN DAGIRKERIYÊ HENE'

Diya şehîd Azad, Sekîna Mehmûd jî got ku ew ê rê nedin hêzên hikumetên PDK`ê û Bexdayê ku derbasî Şengalê bibin û wiha gotina xwe dewam kir:"Artêşa  Tirk li pey vê peymanê ye, ji ber dixwaze planên dagirkerane pêk bîne, MÎT'ê derbasî herêmê bike û gelê wê qir bike."

Diya şehîd Dijwar Hisên, Siltanê Ezo jî axivî û ev yek destnîşan kir:" Şengal ji bo Başûrê Kurdistanê kevirê bingehîn e, em ê piştgiriya gelê Şengalê bikin yên parastina xwe kirin û di vê rêyê de bi hezaran şehîd dan."

(eh)

ANHA