ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 12-2020`AN
14 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Nivîsgeha MSD'ê ya navçeya Şedadê têkildarî komploya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê daxuyaniyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina komloya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên li Helebê, sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Efrînê, şermezar kirin û gotin: " Bêdengiya navneteweyî rewabûnê dide dewleta Tirk ku komkujiyan pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkirina dewleta Tirk a li Sûriyê û êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û îşaret bi girîngiya yekitiya gelê Sûriyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a Kurd a li taxa Şêxmeqsûdê pêşwazîkirina xwendekaran didomîne. Dibistanê heya niha pêşwaziya zêdeyî 300 xwendekarî kirine û pêwîstiyên wan bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên şehîdan peymana têkildarî birêvebirina Şengalê di navbera hikumeta Bexda û PDK`ê red kir û diyar kir ku li pey vê peymanê planên dagirkirina herêmê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan gotin: "Dem hatiye li dijî kesên ku li Sûriyê û Iraqê sûc kirine edalet were pêkanîn." Li aliyekî din jî Bedran Çiya Kurd banga avakirina dadgeheke naveneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê Mihemed Receb sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryê û rola garantorê Rûsyayê rexne kirin û got: "Em di têkoşîna demokrasiyê de hêza xwe ji gelê xwe digirin.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskarê siyasî ya tunisî Macid Berhomî piştrast kir ku bangên hilweşandina parlamentoya Tunisî di cih de ne û got, Raşid El-Xenoşî qanûnên xebata parlamentoyê bin pê dike û tevî alîgirên xwe rûyê Tunisê li derve reş dike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya gundewarê Dêrazorê piştgiriya sewalkariyê dike, ji bo pez êm bi buhayeke kêmî bazarên din dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi derfetên xwe yên kêm behreyên zarokan dertîne, Macid El-Elî sûdê ji bermahiyên jîngehê dibîne û wan dike peykerên hunerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî çend rojan ji rakirina qedexeya giştî û pêkanîna qedexeya beşî li herêmên Firatê, zexmeke mezin li kolanên Kobanê heye. Ew jî ji ber gihaştina vîrusa Koronayê ya lûtkeyê, metirsî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA