​​​​​​​Sarya Ozgur di salvegera 6'an a şehadeta xwe de hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên Kobanê şehîd MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) di salvegera 6'an a şehadeta wê de bi bîr anîn.

​​​​​​​Sarya Ozgur di salvegera 6'an a şehadeta xwe de hate bibîranîn
13 kanûn, 2020   16:10
KOBANÊ

Endama Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) Sîbel Bullut (Sarya Ozgr) ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê  Kurdistanê ye û di nava YPJ`ê cihê xwe digirt. Sarya Ozgur 13`ê Kanûna 2014`an di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû. Navê "Şehîd Sarya Ozgur"  li kolana 48`an a Kobanê cihê ku lê şehîd ketî, hate kirin.

Bi boneya salvegera 6'emîn a şehadeta wê, bernameyeke bîranînê bi beşdarbûna bi dehan kesî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê hate li dar xistin.

Beşdaran alên Partiya Komunîst a Şoreşger a li Rojava, wêneyên şehîd Sarya Ozgur û pankartên bi nivîsên "Bi pêşengitiya jinan em ê dagirkeran têk bibin" rakirin.

Çalakiya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ser navê Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) endama saziyê Niştiman Îbrahîm axivî û got: "Şervanên enternasyonalîst  ne tenê ji bo Kobanê, lê belê ji bo mirovahiyê pêk ve berê xwe dan qada berxwedanê ya Kobanê û efsaneyên bêhempa nivîsandin."

Niştiman Îbarhîm diyar kir ku şehîd Sarya jineke komunîst bû û parastina ramana azadiya jinan dikir, li hemberî hişmendiya mêrdestî disekinî û bi vî awayî bû  şehîda yekemîn a MLKP`ê li Rojava.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û îşaret bi berdêla ku şehîd Sarya û hemû şehîdên berxwedana Kobanê ji bo parastina mirovahiyê dane, kir.

Balî di nava gotinên xwe ev yek anî ziman:"Bi saya şehîd Sarya ev nuqte hate rizgarkirin û navê wê lê hate kirin, paşê şervanên YPG û YPJ`ê bajarê Kobanê ji çeteyan rizagar kirin."

Arif Balî di dawiya gotina xwe soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Mihemed Ebdo Misê "Hemê Kobanê" helbestekli ser şehîd Sariya û hevalên wê yên ku Kobanê û tevahî bakurê Sûriyê ji DAIŞ'ê rizgar kirin xwend.

Di dawiyê de sloganên "Şehîd namirin, bijî şoreşa jinan a li Rojava" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA