‘Divê rêxistinên navneteweyî îtîrafê bi têgeha "Qirkirina jinan" bike’

Insiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a li Lubnanê bi daxuyaniyekê bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku rola xwe ya girêdayî peymanên li ser mafên mirovan û jinan de aktîf bikin, da ku newekeviyê têk bibin, şêweyên tundiyê rawestînin. Her wiha bang li îtîrafkirina bi têgeha "Qirkirina jinan" kir.

‘Divê rêxistinên navneteweyî îtîrafê bi têgeha "Qirkirina jinan" bike’
13 kanûn, 2020   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Insiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo ewlehî û aştiyê  bi boneya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakiyek li navenda Komeleya Jinên Demokratîk a Lubnanê li dar xist. 

Zêdetirî 15 jin ên endamên Weqfa Jîn a Jinan, Komeleya Jinan a Demokatîk a Lubnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Hawarî ya Civakî, Itîlafa Perwerdê ya Lubnanê û Komeleya Mertal û Tenduristiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Demokratîk ya Lubnanê, parêzer Menal Macid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û bi nêzbûna bidawîbûna 2020’an û destpêkirina sala nû re, bi navê Insiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, em dibînin ku hê jî kapîtalîzma cîhanê aloziyan li herêmn Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê li dar dixe. Da ku nasname, etnîk, çand, ol û mezheba gelan têk bibe û gelan bîne beramberî hev.

Li aliyekî din jî, şerê dînbûnê hê jî li tevahî welatên herêmê ne tenê di navbera artêşan de di heman demê de civaka bi tevahî, jinên têkoşer û pêşeng tên armanckirin.  Ev şer piştî dagirkirina herêman dibe sedema koçberkirina şêniyan ji herêmên xwe yên resen , têkbirina bîraweriya etnîkê û çewisandina çanda wan a resen.

Îsa qada şer berfireh bû, bi wê re gelek welat yekser an neyekser hatin dagirkirin. Bi wê re jî koçberî, koçberiya bizorê, guhartina demografî û wêrankirina dîrok û xwezayê çêbû. Li aliyekî din jî bihabûn, xizantî û têkbirina mafên şêniyan, çewisandina nasnameyên çandî, ziman, etnîk çêbûn. Tundiya li dijî jinan zêde bû. Hemleyên bêserûber û nerawa ji tecawîzkirin, qetilkirin û siyasetên qirkirina civakan berdewam in. Nexasim jî ev yek piştî berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê pêk hat, ew nexweşî jî weke çekeke aktîf ji bo felckirina vîna civakê û jinan hat bikaranîn.

Di demekê de ku jin ji bo rakirina tevahî astengiyan tê dikoşe, nexwasim astengiyên qanûnî ji nebeşdariya di dayîna biryar û geşkirina berjewendiyên nîştimanî, jinên ji tevahî çînan, bi taybet ên çalak, pêşeng û têkoşer tên armanckirin.

Bi wê re jî tişta yekane yak u hêzên mezin ên hegamon jê ditirseû nasnameya jina azad e. Ji lew re civakan, dike kole, bi kar tîne, bi dûr dixe û paşguh dike.

Em endamên İnsiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, insiyatîfeke herêmî damezrand. Ew insiyatîf jî ji bo redkirina sûcên li dijî jinan û protestokirina siyasetên dijber hat avakirin. Ji wê zêdetir jî ji bo têkoşîna hevbeş a jinan di civakan de ku xwe dispêre mîrasa têkoşînê ya kevin hat avakirin.

Em bawer in ku sekna li hember tevahî şêweyên qirkirina siyasî, bêyî hevgirtin, hevbendiya jinan a rastî û çalak ji bo sepandina aştiya mayînde ne pêkan e. Bi vê nêrîna stratejî em xwe ji bo sala 2021’an amade dikin û hêviya me bilind ku dê xebatên serkeftî pêk bînin.

Bi vê boneyê, em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî dikin ku rola xwe di aktîfkirina peymanên girêdayî mafên mirovan bi giştî, bi taybet jinan pêk bînin. Da ku newekheviya her du zayendan têk bibin, beşdariya jinan di dayîna biryarên nîştimanî yên stratejî de xurt bikin û tevahî şêweyên tundî û girkirina bimetod rawestînin.

Her wiha bang li îtîrafkirina bi têgeha 'Qirkirina jinan' a navneteweyî û pêkanîna tedbîrên guncaw girêdayî vê mijardê de dikin."

Daxuyanî bi diruşmên "Bijî jina azad" bi dawî bû

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/ZQb-4NDWBSU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>