KNK'ê piştgirî da daxwazên rewa yên xelkê Başûrê

KNK'ê  bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest ku çareseriyeke aştiyane û demokrasiyane ji arîşeyên xelkê Başûrê Kurdistanê re bibîne, rê li ber destwerdan û armancên dagirkeran bigrin.

KNK'ê piştgirî da daxwazên rewa yên xelkê Başûrê
13 kanûn, 2020   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK’ê di derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, roja 12’ê Kanûnê Konseya Rêveber a KNK’ê li ser bûyer û xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê civiyaye.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha tê gotin;

 “Ev çend rojên dawiyê, xwepêşandanan çendîn bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê vegirtine. Qeyranên neçareserkirî yên li ser hev kombûyî yên çendîn salan, Başûr gihandine vê asta metirsîdar.

Derencama hêrsa nerazîbûna xelkê, xwenîşandan hatine li darxistin. Mixabin tundûtîjî û şêwazên nexwestî di van bûyeran de bi kar hatin. Çendîn hemwelatî birîndar bûn û çend kesan jî canê xwe ji dest dan.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo giyan ji destdana keç û kurên Kurdistanê xembarîn û sersaxiyê li gelê Kurdistan û malbatên qurbaniyan dikin û daxwaza serbest berdana sercem girtiyan li hemî deveran dikin. Di heman dem da piştgîriya daxwaziyên rewa yên xwenîşanderan dikin, bona bi destxitina mafê jiyan, xizmetguzariyê, azadî, jiyanek serdem û bi rûmet.

Evane mafên sereke û bingehîn yên xelkê ne, hewildan ji bo misogerkirina van mafan , em bi maf û erkê her kesekî dizanîn. Em hêvî xwazin ku desteberkirina van mafan bi şêweyeke demokratîk û aştiyane bên encamdayîn. Her çende em di wê baweriyê de ne ku gelê dilsoz û neraziyê Kurdistanê zana û şiyar e, bona ev maf werin bi cîhanîn pêwîste şêweyên lidarxistina van meş û çalakiyan ji kiriyarên tund û têkderane dûr bin. Loma pêwîste di xwepêşandanan de bi hemû şêweyekî rê li ber wan kesan bigrin yên bona meremên taybet û tevlîhevkirina rêçika heqîqeta nerazîbûnan, karên têkderane û neberpirs encam didin.

Di heman demê de pêwîste deshilatdarên Başûrê Kurdistanê li şûna bikaranîna şîdet û zorê, bersîva xelkê nerazî bi çek û agir û tawanbarkirina hêzên Kurdistanî yên parçeyên din ên Kurdistanê nede. Pêwîste rastî werin dîtin  û ji bo çareserkirina qeyranan û bicîhanîna daxwaziyên xelkê pêngav werin avêtin. Serbûrî û ezmûnan (tecrûbe) isbat kirine ku tundûtîjî, şidet û binpêkirina mafên xelkê pirsgirêkan çareser nake. Bi dîtina me tenê rêya aştî û danûstandinê dikare me ji vê qonaxê derbasî beravên ewle bike.

 

Di rewşeke wisa hestiyar û metirsîdar ku Kurdistan û herêm tê de derbas dibin û guherînên mezin bi rê dene, ev rewş ji hêlekê derfetan ji dagîrkeran re dirust dike ku tevlîheviyê dirust bikin û ji hêlek dî ve destkeftiyên gelê me jî têxe ber xeteriyê.

Divê qonaxê de Kurdistan pêwîstî bi şêweyekî rêveberiyê heye ku karibe bibe bersiva sedan salên bindestî, tepeserî û derdeseriya jêr destên dagîrkeran. Sîstemek hebe ku bikare jîn û jiyara gelê kurdistanê bi serfirazî biparêze. Daxwazê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikin çareseriyeke aştiyane û demokrasiyane ji arîşeyên xelkê başûrê Kurdistanê re bibîne û rê li ber destêwerdan û armancên dagîrkeran bigrin. Hewlên aştbûn û diyalogê li gel xelkê bidin, neku binpêkirina daxwaziyên wan. Her wisa em daxwazê ji hêzên ewlehiyê dikin dev ji karînana çek li dijî xwenîşandaran berdin. Bi berpirsiyariyek nîştîmanî çavdêriyê li gel bûyeran bikin.”

ANHA