‘Civaka navneteweyî li hemberî sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî bê deng e'

Komîteya amadekar a hemleya “Na ji dagirkeriyê û komkujiyan re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin" eşkere kir ruxmî sûc û binpêkirinên li ser jinan li herêmên dagirkirî tên belgekirin, lê civata neteweyî hina jî bê deng maye.

‘Civaka navneteweyî li hemberî sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî bê deng e'
13 kanûn, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya amadekar a hemleya “Na ji dagirkeriyê û komkujiyan re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin" têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Hemû rêxistin û tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo sekandina şîdeta li ser jinan ku vedigere bi hezaran salan û ji aliyê rejîmên serdest ve tê kirin, dewam dike. Her wiha hêzên dagirker kiryarên derveyî mirovahî û exlaqî li dijî jinan li hemû herêmên ku dagir kirine, rewa dike.

Bi vî awayî rejîm desteka sereke ya binpêkirinên dewleta Tirk e.

Li gorî derfetên kêm, Meclisa Edaleta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dagirkirî 56 rewşên kuştinê, 23 rewşên tecawiziyê, 26 rewşên xwekuştin, 11 rewşên revandinê û 24 rewşên destdirêjiyê, belge kirin.

Her wiha Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, bûyerên binpêkirinên ku ji hêla dagirkeriyê ve hatine kirin, belge kirin û wiha ne: 88 bûyerên kuştinê, 140 rewşên revandinê û 479 rewşên lêdan û destdirêjiyê.

Ruxmî van hemûyan jî, lê civata neteweyî hê jî di helwesta xwe de bê deng maye, tevî ku sloganên ku rêxistinên hiqûqî û neteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî de tiştê ku pêk tê, dibîne.

Em soza berdewama têkoşîn û çalakiyên xwe û her rojekê em ê bikin rojên têkoşîna ji bo şîdeta li dijî jinan, didin.

Em ji civata neteweyî û hemû rêxistinên wê yên hiqûqî û sivîl dixwazin ku erka xwe di parastina mafên her jinekê ku bi binpêkirinan re rû bi rû dibe, biparêzin.”

(dm)

ANHA