Rojnameya El-Beyan: Erdogan bi veguhastina terorîstan ji bo Lîbyayê terorê eşkere dike

Rojnameya El-Beyan a Îmaratê diyar kir ku Erdogan bi rêya şandina çeteyên komên terorîst û çeteyên ji welatên din ji Lîbyayê re, terorê eşkere dike.

Rojnameya El-Beyan: Erdogan bi veguhastina terorîstan ji bo Lîbyayê terorê eşkere dike
13 kanûn, 2020   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê daxuyand ku xuya ye rejîma Tirk ne amade ye ku di belavkirina tevlihevî û terorê li Lîbya û talankirina xêr û bêrên wê yên petrolê, gavan paşde biavêje û wiha daxuyand: “Rojane rejîma Tirk rengên nû ji şantajê û sewqiyatên leşkerî radixe pêş çavên me, da ku di aliyê leşkerî de dîsa derkeve pêş û hewldanên diyaloga di navbera aliyên Lîbyayê de têk bibe.”

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “Erdogan bi rêya birêkirina çeteyên girêdayî komên terorîst û çeteyên ji welatên din ji bo Lîbyayê da ku rola xwe li herêmê berfireh bike, sûcê terorê eşkere dike. Erdogan xaka wî gelî kiriye korîdoreke kuştinê û terorîstan û bi vê yekê hemû pîvanên qanûnên navneteweyî û nirxên mirovî binpê kiriye.”

Di dewama nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: “Erdogan hewl dide ji nû ve terorê li gorî armancên xwe yên xerab, saz bike û dibîne ku bi gurkirina şer dê bikare sûdê ji nakokiyên siyasî yên navneteweyî bigire û destkeftiyan pêk bîne.”

Rojnameyê destnîşan kir ku gelê Lîbyayê dizane ku dijminê wan ê yekemîn Erdogan û ajanên wî yên li hundirê Lîbyayê ne ku dixwazin welatê wan xerab bikin û çavkaniyên wê yên binerd bi dest bixin.

Di dawiya nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: “Erdogan hewl dide tevlihevî û xerabiyê zêde bike û li ser hesabê aştiyê bi kar bîne. Ji bo têkbirina vê planê, destpêkê divê serweriya di biryardayînê de vê vegerandin, rê li kesên ku ewlehiya Lîbyayê û yekitiya nîştimanî têk dibin, bi rêya diyalogeke zelal ku aştiyeke mayînde û rasteqîn bi xwe re tîne, bê girtin.”

(cx)