62 rêxistinên jinan piştgirî da hemleya jinên rastî tecawizê hatine

62 rêxistinên jinan ên Tirkiyê piştgirî da jinên ku tecawiza li wan hatiye kirin, teşhîr kirine û tekezî bi têkoşîna hevpar a li dijî tundiya zayendî kir.

62 rêxistinên jinan piştgirî da hemleya jinên rastî tecawizê hatine
13 kanûn, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinan bi hashtaga “#Tevgera MeToo” ya li ser medyaya civakî, tecawiz û êrişên zayendî yên ku ji aliyê nivîskar Hasan Alî Toptaş û nivîskarên cuda ve li wan hatiye kirin, teşhîr kirin.

Di Twitterê de ev bertek bi etîketa “Bila Xew li we Biherime” derket asta herî jor û bi rêya wê jinan zehmetî û azarên ku bi salan e dikişînin û ji kesî re nabêjin, vegotin.

62 rêxistinên jinan bi nîvîsareke hevpar piştgirî da jinên ku tecawiz û tundiya zayendî ya ku li wan hatiye kirin teşhir kirine û destnîşan kirin ku wê li dijî tecawizê bêdeng nemînin. Di nivîsara ku ji îmzeyê re hat vekirin de ev tişt hatin gotin:

“Di çalakiya ku ji 8’ê Kanûnê ve li ser medyaya civakî bi tweeta Leyla Salînger a der barê Hasan Alî Toptaş de dest pê kir û piştevaniya jinan mezin dibe de navê gelek faîlên tecawiz û destdirêjiyê derketin holê. Bi hezaran jinên ku bi salan e bi dengekî bilind tecawiza li hemberî xwe naynin ziman, di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirin. Hevala me Leyla Salînger weke berpirsyara întîhara weşanger Îbrahîm Çolak tê nîşandan. Ji aliyê bi sedan kesî ve hedef hat nîşandan. Em tev dizanin ku tevger û serîhildanên li dijî tecawizê ji aliyê pergala patriyarkal ve hedef tê girtin û bi rêbazên cuda tê bêîtîbarkirin. Ev linç jî tê wateya ku patriyarka li hemberî serîhildana jinan ketiye nav tirsê ji jinên dengê xwe bilind kirine re dibeje, ‘Hûn ê bêdeng bibin’. Îro jî sibê jî em li cem jina ku dengê xwe li hemberî tecawizê bilind dike bin û ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin.”

ÎNSIYATÎFA ‘EM HENE Û LI VIR IN’

Însiyatîfa ‘Em Hene û Li Vir in’ ku ji aliyê wênekêşên jin ve hatiye avakirin jî bi armanca piştevaniya bi jinên ku tundiya zayendî teşhîr kirine re daxuyaniyeke nivîskî da û tê de wiha hate gotin:

“Di vê demê de ku jin çîrokên şîdeta zilaman vedibêjin, me bi gotina #metoo li ser medyaya civakî dest bi vegotina çîrokên şîdeta zayendî kir. Em wek jinên wênegir, bertekên li hemberî jinên ku şîdetê vedibêjin û li şûna ku kiryaran ceza bikin mexdûran hedef digirin, şermezar dikin. Em dubare dibêjin, em li cem hevalên xwe yên ku çîrokên şîdetê vedibêjin in!

Em di nav pergaleke ku bi baviksalarî û newekheviya zayendiyê navên jin û LGBTIyan diveşêre, wan tune dihesibîne de dijîn. Meseleya veşartinê hêza xwe ji patriyaka digire û bi tu awayî naxwaze ku em wek xwe bin û werin qebûlkirin. Em bi hemû ciyawazî û rengîniya xwe ji şîdeta zilaman re dibêjin ÊDÎ BES! Ji bo ku em pêşî li hişmendiya desthilata mêran a ku sûd ji çanda tecawuzê digire, bigirin piştevaniya xwe xurt dikin!      

Ji jinan re qet ne hêsan bû ku şîdeta ku wan jiyaye vebêjin. Ji ber ku bi sedsalan e em bi tirsê mezin dibin, perwerde didin me ku em bêdeng bimînin û şerm bikin. Em ê bêdeng nemînin û her ku em biaxivin û eşkere bikin, ê ku şerm bikin dê em nebin! Divê hesab ji kesên şîdetê dikin re were pirsin ne ji mexdûran re.

Şîdeta zayendî bi têkiliyên hêzê ve eleqedar e û dikare li her derê pêk were. Ji bo ku kesayetan bin bixîne, biqutifîne, bitirsîne, ceza bike, li ser wan tade bike yan jî desthilata xwe deyne dikare pêk were. Îhtîmala pêkhatina şîdetê di her komên ku alîgirên têkiliyên hêzê û hiyerarşiyê ne de zêde ye. Qada wêneyê jî ji şîdeta mêran ne bêpar e! Dibe ku her kes kiryar be; dibe ku ew kes yek ji hunermendên wêneyan yê ku di têkiliyên xwe de bihêz e û em hunera wî gelek diecibînin be jî. Kesên ku şîdetê pêk tînin tu car bi sekna xwe ya civakî û bi karaktera xwe nikarin werin nirxandin û şîdeta wan jî dê tu car rewa neyê dîtin. Çawa ku li gorî nirxên civakî aşkerekirina jinên ku rastî tacizê hatine weke bêexlaqî tê dîtin em qebûl nakin, bi vî awayî em ji aliyê entelektuelan ve parastina kiryarên tacizê jî qebûl nakin. Em baş dizanin ku şîdet û taciz ne tenê bi awayên veşartî pêk tên, di heman demê de li cihên kar bi mobingê, di nav jiyana me ya giştî de bi dêrûniyê û şopandinê bi awayekî tund pêk tên. Şîdeta ku di nav saziyan de ji aliyê rêvebir û hevalên xebatê yên zilam re bi awayekî veşartî pêk tê jî em qebûl nakin û li dijî wê şîdetê jî dengê xwe bilind dikin.

Kesên ku travmaya şîdetê dijîn bila hedef neyên girtin û sedemên şîdetê ji wan neyê pirsîn; ji ber ku em baş dizanin dema ji mexdûran hesab were pirsîn wê demê kiryar xwe diveşêrin û edalet bi cih nayê. Ji bo ku em piştgirî bidin lêgerîna edaletê ya mexdûran divê em cesareta wan xurttir bikin û ji kiryarên taciz, tecawuz û şîdetê hesab bipirsin!

Mafê me ye ku; em li cihên kar, li cihên ku em lê ne, çalakiyên ku em lê beşdar dibin û li qadên cemaweriyê aramiyê hîs bikin û bi ewle bijîn. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li mafên me derkevin û ji bo ku pêşî li şîdetê bigirin berpirsiyariyan hilgirin!

(cx)