'Gelê me li hember planên Tirkiyê hişyar e'

Ji rêveberên Zanîngeha Kobanê Abdulrehman Demir destnîşan kir  ku şerê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd "Şerekî bêdawî" ye û got: "Kurd li ku derê bin dewleta Tirk dijminahiya wan dike. Mînaka herî nêzîk êrişên wê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê ye."

'Gelê me li hember planên Tirkiyê hişyar e'
13 kanûn, 2020   04:53
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê didomîne. Li gorî şîrovekarên siyasî dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmên din ên Bakurê Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk piştî êrişên giran kantona Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Zanîngeha Kobanê Abdulrehman Demir destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk êrişî gelên Sûriyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Demir da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker  ji van êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser û şikandina vîna gel e.

Abdulrehman Demir îşaret pê kir ku dewleta Tirk dijminahiya xwe ya ji gelê Kurd re kûr dike û got: "Tirkiye destekê dide kesên ku dijminahiya kurdan dike da ku nehêle hebûneke kurdî li herêmê çêbibe."

ꞌKURD Li KU DERÊ BIN DEWLETA TIRK DIJMINAHIYA WAN DIKEꞌ

Demir diyar kir ku Tirkiyê ne tenê kurdên li Sûriyê dike armanc, di heman demê de dijminahiya kurdên li Başûrê Kurdistanê dike û got: "Ji siyaseta Tirkiyê eşkere dibe ku Kurd li ku derê bin dijminahiya wê dike."

Endamê rêveber ê Zanîngeha Kobanê da zanîn ku binketinên komên tundrew û terorîst li hemberî gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyê, di heman demê de binketina Tirkiyê ye û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk piştî van binketinan herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin da ku wan ji herêmên kurdan qut bike, ji ber ditirse ku kurd statuyeke xwe li herêmê ava bike û rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn bibe nimuneyek."

ꞌTIRKIYE BI RÊYA ÊRIŞAN DIXWAZE KRÎZA XWE YA HUNDIR VEŞÊREꞌ

Demir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîzên aborî, leşkerî û siyasî yên Tirkiyê yên ji ber siyasetên şaş ên rejîma serwer û ev tişt diyar kir: "Siyaseta hundirîn a Tirkiyê di her ailyan de binketî ye, ji ber vê dixwaze bi rêya êrişên li ser herêmên kurdî ji gelê xwe re bide xuyakirin ku ew di siyaseta xwe de serkeftî ye, her wiha ji bo ku giraniya xwe di nava welat de vegerîne.  Lewma piştî  binkeftina xwe ya li Heftanînê berê êrişên xwe da herêma Eyn Îsayê."

Dewleta Tirk di nava aloziyên aborî, leşkerî û siyasî de tengijiye û gelê Tirk nerazîbûn nîşanî rêveberiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan didin. Têkildarî vê kirîzê siyasetmedar destnîşan dikin ku Tirkiye dixwaze bala gelê xwe bikişîne ser rewşa derve û bi şeklî siyaseta hundirîn a Tirkiyê ya binkeftî binixumîne.

Demir li ser vê yekê diyar kir ku Erdogan dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike û ji gelê xwe re isbat bike ku ji destpêka damezrandina Tirkiyê ew baştirîn serokkomar e.

Abdulrehman Demir eşkere kir ku dewleta Tirk li aliyekî li ser hesabên gelê Şengalê yê ku di gelek fermanan re derbas bû  û piştre rêveberiya peymanan mohr dike da ku Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibe û ji aliyekî ve êrişî herêma Eyn Îsa, Zirganê û Til Temirê dike. Demir got: "Şerê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd bê dawî ye."

Di dawiyê de endamê rêvber ê Zanîngeha Kobanê Abdulrehman Demir ev yek anî ziman:"Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên Tirkiyê hişyar in û dê bersiveke guncaw bidin kiryarên Erdogan û dewleta Tirk. Em ê li ber xwe bide û dê Tirkiyê nikaribe herêmên din ên Bakurê Sûriyê dagir bike, heta em ê rê nedin tu kesî ku herêmên me dagir bikin û em ê xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin."

(eh)

ANHA