Fermandarekî QSD’ê: Hêza me ji her êrişekê re amade ye

Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb rewşa dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê nirxandin û destnîşan kir ku hêza wan ji her êrişekê re amade ye.

Fermandarekî QSD’ê: Hêza me ji her êrişekê re amade ye
13 kanûn, 2020   02:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ziyad Heleb têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Eyn Îsayê û amadekariyên şervanên QSD`ê, nirxand.

Ziyad Heleb diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ku di demên dawîn de dixwest navçeya Eyn Îsayê bigirin û got: “Ji hilbijartinên DYA’yê ve dixwaze di vê valahiyê de êrişên xwe li ser Eyn Îsayê bidomîne, bi van êrişên xwe, dixwaze sivîlan û gelê navçeyê bike hedef û ev demek e her tim Eyn Îsayê topbaran dike.”

Ziyad Heleb wiha pê de çû: “Dema ku çeteyên dewleta Tirk êriş kirin, hêzên me bi profesyoneliya taktîkî bersiv da û dijmin nekarî were cenazeyan li pêşiya hêzên me jî rake. Ji bo vê daxwaz ji Rûsan kirin ku cenazeyên xwe wergirin.”

Ziyad Heleb destnîşan kir ku dewleta Tirk nikarê êriş bike û bi hêsanî herêmê dagir bike, ji ber ku hêza wan ciwanên ji pêkhateyên herêmê ne û wiha domand: "Di êrişa dewleta Tirk a dawîn de jî xuya bû ku şervanên QSD’ê amade û xwedî bawerî bûn.”

‘HÊZÊN RÛSYAYÊ Û YÊN REJÎMÊ FÎŞEKEK JÎ NETEQAND’

Heleb bilêv kir ku li gorî lihevkirinên ku di navbera Pûtîn û Erdogan de çêbûn, di xeta Eyn Îsayê de li kêleka hêzên wan, hêzên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê bicih bûn û ev nirxand kir: "Lê mixabin hêzên Rûsyayê jî û hêzên hikumeta Şamê jî li dijî ev êrişên dawî yên dewleta Tirk, bi erkên xwe ranebûn, helwest raber nekirin û yek fîşek jî neteqandin. Ji bo vê jî yê xwedî li erkê xwe derket dîsa QSD`ê bû û bi şêwazeke nû erka xwe li dijî êrişan bi cih anî."

3 NOQTEYÊN NÛ YÊN HEVBEŞ

Ziyad Heleb tekez kir ku li Eyn Îsayê di navbera wan, Rûsya û hikumeta Şamê de îtîfaqeke nû nîn e, tenê li ser esasê îtifaqên berê li kêleka hêzên wan, 3 noqteyên hevbeş  dê bên çêkirin.

Ziyad Heleb wiha dawî li axaftina xwe anî: " Wekî ku tê zanîn, em derbasî saleke nû dibin. Sala nû wê bibe sala serkeftina şoreşê û bibe sala serkeftina gelê me. Sala nû wê bibe sala serkeftinên mezin û wê bi xwe re rizgarkirina Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê jî bîne.”

ANHA