ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 12-2020`AN
13 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Mihemed Yehya li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tirbespiyê ji bo şermezarkirina peymana Bexda û Hewlêrê ya derbarê Şengalê de meşek tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Çil Axa jî bi meşekê peymana PDK û hikumeta Bexda ya li ser Şengalê şeremzar dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Sûriyê li ser rêveberî, rêgezên rêveberiyê li Sûriyê û qanûnên pêkanîna wî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Zanîngeha Kobanê Abdulrehman Demir destnîşan kir  ku şerê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd "Şerekî bêdawî" ye û got: "Kurd li ku derê bin dewleta Tirk dijminahiya wan dike. Mînaka herî nêzîk êrişên wê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb rewşa dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê nirxandin û destnîşan kir ku hêza wan ji her êrişekê re amade ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê, rewşenbîran bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir, ku li şûna gazinan ji Kurdên Rojava bikin, bila daxwazên gel bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Katnoan Kobanê Mistefa Êto bêdengiya hikumeta Rûsya û dewletên Ewropa ji êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê, şermezar kir û got ku ev bêdengî dihêle Tirkiyê hîn zêdetir herêmên Sûriyê dagir bike û komkujiyan li dijî şêniyên wê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê "Faris" û "Cerah" yên di operasyonên QSD'ê de hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ew ji 8 êrişên terorîst ên li herêmên berpirsyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Biryara qedexekirina serdana malbata rêber Abdullah Ocalan ku di Îlona borî  de hatiye dayîn ji parêzeran re hat veşartin. Parêzerê rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç destnîşan kir ku van bêhiquqiyan rapor ji CPT re şandine û got: “Pêywira CPT pêşîgirtina îşkencê ye, ne tenê tespîtkirina bûyeran e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Telal Mihemed bal kişand ser sedemên nenaskirina Rêveberiya Xweser û wiha got: "Hin alî di serî de rejîma Baas, Tirkiye, Îran û Rûsyayê naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe." Mihemed destnîşan kir ku divê xebata dopomatîk were xurtkirin da ku îtîraf bi rêveberiyê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Ayşe Acar Baçaran der barê rûdana li Kercewsa Batmanê de got, ev rûdana ku bûye mijara çapemeniyê îdiayeke gelekî cidî ye û divê teqez bête lêkolînkirin. Lê mixabin partiyua desthilatê şûnê vê îdiayê lêkolîn bike û bi ser bûyerê de biçe, mîna gelek bûyerên bi vî rengî kesên dixwazin bûyerê ronî bikin kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar diyar kirin ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye da ku nehêle fikirê wî yê ku ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye belav bibe. Jinan gotin: "Ramanê rêber Ocalan ji hemû gelan  re kilîta azadî û aramiyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rûsya û dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe li Sûriyê zêde kirin. Ewropa û DYA'yê soza pêkanîna cezayan li Tirkiyê dan. Li Başûrê Kurdistanê jî li hemberî desthilatdariyê xwepêşandên gel li dar in.

ANHA