SOHR: Artêşa Tirk ji nuqteya Serman a gundewarê Idlibê vekişiya

SOHR diyar kir ku hêzên artêşa Tirk ji nuqteya xwe ya dorpêçkirî ya li gundê Serman ê rojhilatê Idlibê vekişiyan û amadekariyan dike ku 5 nuqteyên li gundewarê Idlibê û Helebê ku vala kiribûn radestî hêzên hikumeta Şamê bike.

SOHR: Artêşa Tirk ji nuqteya Serman a gundewarê Idlibê vekişiya
12 kanûn, 2020   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, ku karwanekekî maşîne û erebeyên artêşa Tirk ji baregeha xwe ya dorpêçkirî ya li gundê Serman ê rojhilatê Idlibê vekişiya û berî da gundewarê Idlibê.

SOHR got,  piştî karwanên artêşa Tirk vekişiyan, alên hikumeta Şamê li nuqteya leşkerî ya Tirkiyê ya li kargeha Goranî ya li ser rêya M5`ê ya  Şam- Helebê hate hildan.

Bi vê yekê hêzên artêşa Tirk bi temamî ji nuqteya Morik û Sînaa ya nêzî Seraqibê û Kargeha Goranî ya li ser rêya M5`ê vekişiyan, di heman demê de xwe amade dike ku di saetên pêş de 5 nuqteyên din ên li gundewarê Idlibê û Helebê jî radest bike. Navên her pênç nuqteyan wiha ne "Nuqteya Şêr Mixar, Raşîdîn, Serman, Qebtan El-Cebel, Mear Hetat".

(eh)