Şêniyên herêmê li pêşiya baregeya Rûsyayê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk kir

Bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî, bajarên Reqa û Kobanê li navçeya Eyn Îsayê meşiyan. Şêniyan bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê bidin rawestandin û sozên ku dane pêk bîne.

Şêniyên herêmê li pêşiya baregeya Rûsyayê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk kir
Şêniyên herêmê li pêşiya baregeya Rûsyayê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk kir
Şêniyên herêmê li pêşiya baregeya Rûsyayê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk kir
12 kanûn, 2020   13:34
EYN ÎSA

Şênî li Çerxerêya Şaredariyê ya navçeya Eyn Îsayê kom bûn û ber bi baregeha Rûsyayê ya li navçeyê ve meşiyan.

Şêniyan sloganên li dijî dewleta Tirk a dagirker û silavkirina şehîdan û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berz kirin, her wiha pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji bo parastina destkeftiyan”, “Êdî bes e ji bo dagirkirina Girê Spî”, “Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn”, wêneyên şehîdan, alên QSD’ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan.

Li pêşiya baregeha Rûsyayê, hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî û diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî û garantora Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê, li wir kom bûne.

El-Ebid berxwedana QSD`ê ji bo parastina navçeyê ji êrişên dewleta Tirk silav kir.

Her wiha bi navê êlên Reqayê şêx Mihemed El-Sewan axivî û destnîşan kir ku şênî hemû bi QSD`ê re ne. El-Sewan îşaret pê kir ku sekna wan îro li navçeya Eyn Îsayê nîşaneya hevgirtina gelên herêmê ye û da zanîn ku ew van êrişan red dikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku gelên herêmê ji bo pêkanîna serkeftinê û rizgariya ji zordestiyê bi hezaran şehîd dane.  Şahîn got hebûna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê ne rewa ye û gelên Sûriyê çaranûsa xwe bi xwe diyar dikin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi berzkirina sloganan, piştrast kir ku gelê Sûriyê yek e, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana QSD`ê silav kir.

(şx)

ANHA