Komîteya Zimhêrê ya Cizîrê gerên xwe di nava Qamişloyê de zêde kirin

Komîteya Zimhêrê ya Herêma Cizîrê ji bo rêgirtina li pêşiya keysbaziyê gerên xwe di nava tax û sûka Qamişloyê de zêde kirin.

Komîteya Zimhêrê ya Cizîrê gerên xwe di nava Qamişloyê de zêde kirin
Komîteya Zimhêrê ya Cizîrê gerên xwe di nava Qamişloyê de zêde kirin
Komîteya Zimhêrê ya Cizîrê gerên xwe di nava Qamişloyê de zêde kirin
Komîteya Zimhêrê ya Cizîrê gerên xwe di nava Qamişloyê de zêde kirin
12 kanûn, 2020   13:40
QAMIŞLO

Komîteya Zimhêrê armanc dike ku rê li pêşiya keysbaziya hinek bazirganan û xwediyên dikanan bi hinceta rewşa aborî ku Sûriye tê re derbas dibe, bigire.

Komîteyê, xwediyên dikanan hişyar kirin ku li gorî lîsteya ku diyar kirine, kel û pelan bifiroşin û dê li dijî kesên muxalîf tedbîrên qanûnî bigire.

Hevserokê Komîteya Zimhêrê Remadan Hesen destnîşan kir ku di nava taxên Cûdî (Kanala Siwês), Enteriye, Meyselûn, Erbewiye, Aşuriye, Qidûr Beg, Xerbiye, taxa Hîlaliye, Kurnîş û Helko de geriyane. Her wiha du komên din jî ji bo gundên derdora bajêr diyar kirine. Hesen da zanîn ku gerên wan dê bidomin.

Her wiha Hesen têkildarî mijarê got: “Komîte bi koordîneya Meclisa Edaletê re karê xwe temam dike û madeyên demborî li gundê Nafkurî bê bandor dike.”

(şx)

ANHA