Çalakiya piştgiriya Asayîşa Êzidxanê didome

Çalakiya gelê Şengalê ya destekkirina Asayîşa Êzidxanê di roja xwe ya 11’an de berdewam dike.

Çalakiya piştgiriya Asayîşa Êzidxanê didome
12 kanûn, 2020   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê çalakiyên li dijî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê didomînin. 2’yê Kanûnê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn.

Çalakî bi dirûşma ‘Em hemû asayîş in’ û ‘Asayîşa me rûmeta me ye’ pêk tê û her roj ji aliyê komekê ve tê birêvebirin.

Çalakî bi koma ji Sinûn û Dîgorê di roja xwe ya 11’an de didome.