Enqere amadekariya şandina çeteyan ber bi Somaliyê ve dike

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê eşkere kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ferman daye saziyên ewlehiyê ku çeteyan bibin Somaliyê. Li aliyekî din li gorî hinek raporên berê, Enqere amadekariya veguhastina çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê ber bi bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ve dike.

Enqere amadekariya şandina çeteyan ber bi Somaliyê ve dike
12 kanûn, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêrê rojnameyeke Tirkiyê, wiha da zanîn: “Xebatên veguhastina çeteyan dê bi rêya koordîneya bi milîsên Somaliyê yên alîgirên rêveberiya Erdogan ên li Makadîşoyê re pêk were.”

Çavkaniyan destnîşan kir ku alîgirên Erdogan li gundê Meydan Ekbes ê li bajarê Efrînê yê dagirkirî di 12`ê Mijdarê de bi armanca şandina çeteyên ji Somaliyê re, civînek li dar xistiye.

Li gorî heman çavkaniyan, di civînê de mijarên amadekirina baregehên leşkerî ji bo perwerdekirina çeteyan beriya ku bişînin Somaliyê, hatine nîqaşkirin. Her wiha çavkaniyan anî ziman ku gelek serçeteyên Sûriyê ev yek qebûl nekiriye, lê piştî ku îstixbarata Tirkiyê zext li wan kir, neçar mane ku qebûl bikin.

Li gorî hinek agahiyan, wê baregehên perwerdekirina çeteyan li gundê Elbîskê û Bilîlka yên girêdayî navçeya Racoyê li bajarê Efrînê werin vekirin.

Di heman çarçoveyê de li gorî gelek raporan, Erdogan planên nû li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê amade dike. Di raporan de hate gotin ku Erdogan plan dike çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê bişîne bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.

Ev koma çeteyan ji komên herî tundraw in û endamên wê ji Uygurên ji Çînê, Çeçen, Uzbek û Tacîk in.

(şx)