Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo parastina xwendekaran ji pandemiya koronayê, hemleyeke dezenfektekirina dibistanan da destpêkirin.

Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Hemleya dezenfektekirina dibistanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
12 kanûn, 2020   11:20
HELEB

Piştî zêdebûna berbiçav a hejmara pêketiyên koronayê li herêmê, ev hemle hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê 9 dibistan, 6 jê li taxa Şêxmeqsûd in û 3 jî li Eşrefiyê ne, dê werin dezenfektekirin.

Karkerên werşeya dezefektekirinê ya Şaredariya Gel ji bilî dezenfektekirina fêrgehan û qadan wê tevahiya dibistanan bişon.

Têkildarî mijarê berpirsê hemleya dezenfektekirinê Mecîd Sibhî diyar kir ku armanca wan ji hemleyê, parastina xwendekaran ji vîrusê ye û rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigirin. Sibhî bi bîr xist ku di hemleyê de 5 karker dixebitin. Her wiha destnîşan kir ku hemleya wan heta dezenfektekirina tevahiya dibistanan dê berdewam bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ywDpkGG_5GU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>