Koçberên ji Efrînê: Topên dagirkeran dê vîna me neşikînin

Koçberên ji Efrînê yên li navçeya Şêrawa got "Her çend artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser Şêrawa û gundewarên Şehbayê zêde bikejî em ê berxwedana xwe ya vegera li Efrînê berdewam bikin."

Koçberên ji Efrînê: Topên dagirkeran dê vîna me neşikînin
12 kanûn, 2020   07:20
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî sivîlên gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê didomîne da ku wan koçber bike û nehêle careke din li warê xwe vegerin.

Di hefteya derbasbûyî de artêşa Tirk zêdetirî 600 top avêtin gundên Soxanakê, derdora Aqîbê, Qinêtira, Meranêz, Şiwarxê, Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên navçeya Şêrawayê. Di encamê de ziyan gihaşt mal û milkên sivîlan.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk û topên wê nikarin vîna wan bişikînin û dê heta rizgarkirina Efrînê û derxistina artêşa Tirk û çeteyan berxwedana xwe bidomînin.

Şêniya bi navê Roşîn Elî ya ji bajarê Efrînê û li gundê Aqîbê  dimîne, got her çi qasî dagirker êriş bikin û hewldana têkbirina destkeftiyên gelê Kurd bikin, dê berxwedana wan berdewam be.

Roşîn Elî destnîşan kir ku piştî  êrişên dagirkirinê yên li ser bajarê Efrînê, wê û zarokên xwe berê xwe da Şêrawa û ji sê salan ve li dibistana gundê Aqîbayê dimînin. Roşîn Elî got dewleta Tirk dixwaze heman senaryoya Til Rifet û Aqîbê dubare bike.

Roşîn Elî destnîşan kir ku artêşa Tirk ne beşeke ji gelê Kurd dike armanc û wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk bi rêya planên xwe hewl dide gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê qir bike, her tim êrişî herêmên Şehba, Şêrawa û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

/kr/uploads/files/2020/12/12/075526_.webp

Şêniyê bi navê Îbrahîm Xelîl jî got: "Ma gelo dibe ku di hefteyekê de sivîl bi zêdetirî 600 topban bibin armanc?"

Îbrahîm Xelîl got artêşa Tirk malên sivîlan ên li gundê Qinêtrayê topbaran dike, mizgefta gund hilweşand û şênî koçber kirin. Xelîl îşaret pê kir ku di nava 24 saetan de dagirkeriyê 200 top avêtin gundên Şêrawayê.

/kr/uploads/files/2020/12/12/072714_-1600x1200.webp

Di dawiyê de Îbrahîm Xelîl bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê ku der barê van êrişan de helwestekê nîşan bidin.

(eh)

ANHA