Girêva birçîbûnê ya di zindanan de di roja 16'an de ye

​​​​​​​Girêva birçîbûnê ya li zindanan li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di roja 16'an de, bi koma 4'an didome.

Girêva birçîbûnê ya di zindanan de di roja 16'an de ye
12 kanûn, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Grêva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'yî û PAJK'î ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û zext û zordariya li girîgehan ku di 27'ê Mijdarê dest pê kiribû di roja 16'an de bi koma 4'an didome.

Girtiyan ji girtîgehê peyam şandin û  diyar kirin ku zext û zordarî ji salên 90'î bihurîne û gotin: "Heta niha we nekarî me teslîm bigirin, hûn ê nikaribin, hûn ê nikaribin me birûxînin, we nekarî roja me tarî bikin û hûn ê nikaribin."

Girtiyan  piştrast kirin ku heta ku tecrîd bi temamî hilweşe ew li ser têkoşînê biryardar in.