‘Dixwazin gelê Şengalê bê vîn û bê rêxistin bihêlin`

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê destnîşan kir ku bûyerên li Şengalê rû didin, komployek e ku îstixbarata Tirk plan kiriye û hêzên herêmî erê kiriye, da ku gelê Şengalê bê vîn û bê rêxistin bimîne.

‘Dixwazin gelê Şengalê bê vîn û bê rêxistin bihêlin`
12 kanûn, 2020   12:25
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê lihevkirinên di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de girêdayî Şengalê şermezar kir.

Endama meclisê Rojda Ehmed daxuyaniya meclisê bi tevlêbûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya avahiya meclisê ya li taxa Til Hecir xwend.

Rojda Ehmed di destpêka daxuyaniyê de got: “Malbatên şehîdan ji ber komployên ku li dijî vîna gelê me yê Şengalê ku hîna ji êş û birîna komkujiyên DAIŞ`ê xilas nebûye, metirsîdar in.”

Rojda di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku bûyerên ku niha rû didin li dijî doza gelê êzidî ne û komployek e ku îstixbarata dewleta Tirk plan kiriye û hêzên herêmî erê kiriye da ku gelê Şengalê bê vîn û bê rêxistin bimîne.

Her wiha Rojda bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî bînin cih û rê nedin ku rewşa li Şengalê dijwartir bibe, ji ber ku dê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, beşdaran sloganên silavkirina berxwedana Şengalê û şehîdan berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nlKa68aHOAI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>