Serokeşîrên Ereb ên Reqayê bang li Rusyayê kirin: Berbirsyartiya xwe bi cih bînin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên Ii ser Eyn Îsayê û binpêkirina wê ji peymanên bi QSD'ê re pêk anîne, şermezar kir.

Serokeşîrên Ereb ên Reqayê bang li Rusyayê kirin: Berbirsyartiya xwe bi cih bînin
12 kanûn, 2020   03:19
REQA – EHMED EL-ELÎ

Ev hefteyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirinê êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê giran kirine.

Hewdanên Tirkiyê yên dagirkirina Eyn Îsayê piştî vekişandina wê ji nuqteyên çavdêriyê yên li Hema û Idlibê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne tê. Ev yek dide diyarkirin ku bazarek di navbera Tirkiyê û Rûsya de li ser herêmên Rêveberiya Xweser heye.

Li ser vê yekê şêx û rûspiyên Ereb ên Reqayê rola Rûsya ya wekî garantora agirbestê di navbera QSD û dagirkeran de şermezar kir.

Tirkî El-Sûan piştgiriya xwe bi QSD'ê re anî ziman û got ew ê bi hemû rêbazan xaka xwe biparêzin: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi mil bi QSD'ê re ne. Em ne şerwaz in, lê em ê bi hemû derfet û rêbazan xaka xwe biparêzin."

Rûspiyê eşîra El-Elî, Şêx Remedan Rehal got, navçeya Eyn Îsa ji bo wan sembol e wê parastina wê bikin û wiha domand: "Em bihostekî ji xaka xwe rasdest nakin. Ji Eyn Îsayê me şerê li dijî terorê da destpêkirin. Eyn Îsa ji bo me sembol e, ji ber ku herêma yekemîn e ku ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin. "

Rehal bang li Rûsyayê kir ku erka xwe wekî garantora agirbestê bi cih bîne û wiha pê de çû: "Divê Rûsya rêzî ji belge û peymanan bigire. Divê civaka navneteweyî jî ji bo rawestandina siyasetên Erdogan ên dagirkeriyê tedbîran zêde bike. Her wiha divê tevahî cîhan bi me re bisekine û piştgiriyê bide me. Me ew ji terora DAIŞ'ê xilas kir. Di oxira rizgarkirina vê herêmê de me bi hezaran şehîd û birîndar dan. Ji bo parastina xak û rûmeta xwe em hîn jî berdêlan bidin."

ANHA