Siyasetmedar: Rejîm û opozisyon sedema wêranbûna Sûriyê ne

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku hikumeta Şamê hîna bi hişmendiya xwe ya berê ve girêdayî ye ku aloziyê gurtir dike û gotin: "Yên ku li Cinêvê dan û standinan dikin, ew in ên ku teror anîne û sedema wêranbûna Sûriyê ne."

Siyasetmedar: Rejîm û opozisyon sedema wêranbûna Sûriyê ne
12 kanûn, 2020   02:38
RÊNAS REMO – QAMIŞLO

Bi destpêka toreke nû ya dan û standinên Cinêvê re ya di navbera hikumeta Şamê û opozisyona Sûriyê de, çavê gelê Sûriyê li çareseriyeke siyasî ye ku dawî li krîz û azarê gelê Sûriyê bibîne. Siyasetmedarên sûrî dibêjin ku herdu alî di hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê de ne cidî ne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Partî Ebas Hisên destnîşan kir ku Rêberiya Xweseriya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) her tim banga diyalogên sûrî-sûrî dike, lê rejîma Şamê hîna jî bi bi hişmendiya xwe ya desthilata navîn ve girêdayî ye, ji ber wê yekê heta niha tu diyalogên fermî bi rejîmê re tune ne.

'YÊN LI CINÊVÊ DIYALOGAN DIKIN SEDEMA WÊRANBÛNA SÛRIYÊ NE'

Hisên diyar kir ku projeya Rêberiya Xweseriya Demokratîk ji tevahî sûriyan re ye, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekitiya xaka Sûriyê û têkbirina terorê bi hezaran şehîd dane. Hisên wiha axaftina xwe domand: "Yên ku li Cinêvê dan û standinan dikin, ew in ên ku terorê anîne û sedema wêranbûna Sûriyê ne. Ji berê yekê dan û standinan wan wê bê encam in, ji ber ku nûnertiya hêviyên gelên Sûriyê nakin."

'REJÎM Û OPOZISYON BERJEWENDIYÊN DERVE PÊK TÎNIN'

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo destnîşan kir ku şoreşên gelan ên li herêmê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk fersendek bû û got: "Lê pergalên destpot bi qetilkirin û xirabkirin li hemberî vîna gelan sekinîn. Hikumeta Şamê hîna jî di fikirê xwe yên leşkerî û desthilata yek rêveberî de berdewam e."

Hediya Şemo da zanîn ku Rêberiya Xweseriya Demokratîk her tim bi diyalogên nîştimanî yên sûrî-sûrî ye û wiha axivî: "Tu projeyên siyasî, demokratîk li gel rejîm û opozisyona Sûriyê tuneye. Herdu jî diyalogan red dikin û ajande û berjewendiyên dewletên derve pêk tînin."

'YÊN DAWÎ KU MAFÊ WAN HEYE LI SER YEKITIYA SÛRIYÊ BIAXIVIN, REJÎM Û OPOZISYON E'

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm Selac bal kişand ser diyalogên li Cinêvê yên di navbera hikumeta Şamê û opozisyonê û wiha domand: "Encamên van diyalogan ji gelê Sûriyê re eşkere ne û nûnertiya gelê Sûriyê di tiştekî de nake. Ji ber ku herdu alî girêdayî ajandeyên derve ne û hewl dide demê winda bikin da ku çareseriyeke cidî ku dawî li aloziya Sûriyê werîne, çênebe. Li beramberî vê yekê dewleta Tirk dagirkirina xwe ya li Sûriyê berfirhe dike."

Selac destnîşan kir ku hikumeta Şamê çavê xwe li bûyerên ku ev 10 sal in li Sûriyê rû didin, ji qetilkirin û koçberkirina gel girtî ye û diyalog hiştine dawî, ji bîr kiriye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekitiya xaka Sûriyê bi hezaran şehîd dane.

Îbrahîm Selac got: "Rejîm û opozisyon ên dawî ne ku mafên wan e li ser yekitiya xaka Sûriyê û avakirina sûriyeke demokratîk biaxivin, ji ber ku wan hişt ku xaka Sûriyê were dagirkirin û terorê li belav bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vd_W2Mbnuh4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>