​​​​​​​'QSD ji komployên li dijî herêmê têne plankirin hişyar e'

Nûnerê qebîleya Şerabîn a li kantona Hesekê diyar kir ku QSD ji planên ku li pişt perdeyan li dijî wê têne kirin, hişyar e û got dewleta Tirk piştgiriyê dide bûyerên suîqestê yên ku çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê pêk tînin.

​​​​​​​'QSD ji komployên li dijî herêmê têne plankirin hişyar e'
12 kanûn, 2020   07:15
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.  Bi taybet li navçeyên Eyn Îsa û Zirganê êrişên xwe zêde kirine. Armanca van êrişan ew e ku plan û projeyên xwe yên ku ji destpêka aloziya Sûriyê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve danîne, pêk bînin.

Li aliyekî din dewleta Tirk hewl dide krîzên xwe yên hundirîn derbasî welatên derdorê bike, çeteyên xwe dişîne Lîbya, Azerbêcan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku armancên xwe yên dagirkirinê bi cih bîne û guhertina demografiyê li wan herêman pêk bîne.

Sekreterê Meclisa Rûspiyan a Hesekê û nûnerê qebîleya Şerabîn li kantona Hesekê Sabit Cewher ji ANHA'yê re axivî û got ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Cizîrê bi taybet, bûye spartgeha koçberan.

Sabit Cewher diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsa û kampa wê, navçeyên Til Temir û Zirganê dixwaze tevlihevî û aloziyê çêke.

'QSD LI HEMBERÎ KOMPLOYÊN LI PIŞT PERDEYAN HIŞYAR E'

Cewher diyar kir ku eşîr û qebîleyên herêmê ji asta komployên ku li dijî ciwanên wê yên di nava QSD'ê de hatine plankirin, fêm kiriye û hişyar e û wiha domand: "Ciwanên me yên di nava QSD'ê de ji komployên ku li pişt perde û odeyên tarî li dijî wê têne plankirin, hişyar in."

Cewher da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriyê dide şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên li Dêrazorê da ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe û ev tişt got: "Tirkiye destekê dide bûyerên suîqestê yên ku çeteyên DAIŞ'ê li herêma Dêrazorê yên ku QSD'ê rizgar kirine, pêk tînin."

BANGA PIŞTGIRIYA QSD'Ê LI DIJÎ DAGIRKERAN

Sabit Cewher, bang li qebîle, eşîr û partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi QSD'ê û Rêveberiya Xweser re bisekinin û got: "Ji ber ku di pêvajoya ji nûve sazkirin û nûkirinê de ye da ku xeta rêveberiyê bi hemû navên wê çi leşkerî, siyasî, rêveberî û xizmetguzarî be sererast bike."

Sabit Cewher di dawiya axaftina xwe de got: "QSD her tim hewl dide tevahî xaka ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, rizgar bike. Heke bi siyasetê be an jî bi diyalogan, ferq nake. Lê heke şerê rizgarkirinê herêmê li me ferz bike, em ê li kêleka zarokên xwe bin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E6kjzizasAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>